Li Iraqê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî hat avakirin
Li Iraqê komek aktivîstên ku di navbera wan de rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî hene “Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî” ava kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Iraqê komek ku ji rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, hunermed û siyasetmedaran pêk dihat îlan kirin ku wan “Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî” ava kirine. Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Dem hatiye ku ramyarê mezin û gelê wî bi awayê azad bijîn.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û yekitiya gelên Rojhilata Navîn têkoşiya. Di têkoşîna xwe de maf û azadiya jinan esas girt. Em ji bo azadiya Rêber Ocalan dest bi pêngavek dikin. Em ê fikrên wî vebêjin û ji bo azadiya wî ya fizîkî xebatên çandî û entelektuel bikin. Ocalan ji bo doza meşrû ya gelê xwe fedakariyên mezin kir û ji bo azadiya mirovahiyê ji zulmê bedelên mezin da. Wî tu carî dest ji rêgezên xwe û armancên tevbera azadiyê tawîz neda, her dem ji bo serkeftinê di nava hewldanan de bû.
26 sal in di mercên dermirovî de tê girtin. Çend sal in ji cîhanê, gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dûr tê girtin. Kesên destekê didin Abdullah Ocalan û kadroyên tevgera wî, bi têkoşîna xwe ya ji bo gelê xwe êdî li cîhanê deng vedane û dikevin pêşiya dagirkeran. Ên wî girtine bi xwe jî niha pê re bazarê dikin. Wê demê çima em kesên ku azadiyê dixwazin wî naparêzin? Abdullah Ocalan ne netewperest bû ne, welatparêzeke klasîk ne jî oldar bû. Ew mirovek adil e.
Em komek rewşenbîr, rojnamger, nivîskar, hunermed û siyasetmedar ên azadî û wekheviya civakê diparêzin, li Iraqê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî îlan dikin. Ji bo belavkirina fikrên wî em ê bixebitin.
Ji bo vî rêberê ku ji azadiyê hez dike û ji bo wê têdikoşe, vî mafê pîroz ji bo hemû gelan dixwaze û xwedî wijdan e, divê hemû cîhan bibe yek. Divê mirov ji azadiya hemû civakan û demokrasiyê bawer bike. Êdî dem hatiye vî ramyarê mezin û gelê wî bi awayê azad bijîn.”