Li Idlibê qetilkirina jinan zêde dibe

Li Idliba di bin dagirkeriyê de ye qetilkirina jinan û êrişên li dijî jinan zêde dibe. Çalakvan û hiqûqnas Menar Ebd El-Ezîz a got ‘Tu fermiyeta Heyet Tehrîr El-Şam nîne’ anî ziman ku kiryarên qetilkirina jinan tên parastin.

HEDÎL EL-OMER

Îdlib – Li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Heyet Tehrir El-Şam (HTŞ) de ye qetilkirina jinan û êrişên li dijî jinan zêde dibe.  Çalakvan û hiqûqnas Menar Ebd El-Ezîz a got ‘Tu fermiyeta Heyet Tehrîr El-Şam nîne’ anî ziman ku kiryarên qetilkirina jinan tên parastin.

Feyhaa Zikûr a 28 salî ji şêniyên bajarê Kefer Texarîm ê rojavayê Idlibê ye, ji ber îşkenceya mêrê ku pê re zewicî bû jiyana xwe li nexweşxaneyek ji dest da.

Xwîşka Feyhaa, Rîma Hac Zikûr got ku xwîşka wê her dem rastî lêdanê dihat û mêrê ku pê re zewicî bû tundî û îşkence lê dikir û got: “Ji ber ku gelek caran ev pirsgirêk derdiketin xwîşka min dixwest ji hevjînê xwe veqete. Lê belê malbat û xizmên wê nedihiştin vê gavê bavêje. Her dem destwerdan dikirin û dixwestin pirsgirêkên di navbera wê û hevjînê wê de çareser bikin.”

‘Me agahiya mirina wê ji xebatkarek nexweşxaneyê girt’

Rîma Hac Zikûr diyar kir ku wan xebera wefata xwîşka xwe ji xebatkarek nexweşxaneyê girtiye û got: “Piştî lêdanê hevjînê wê ew rakiriye nexweşxaneyê û piştî fam kiriye, rewşa wê nebaş e reviyaye. Bijîşkan ji me re gotin sedema mirinê ji ber derbên giran ên li ser bedena wê ne. Bi alaveke hesinî yan jî hişk lêdanê ji ser serê xwe û hinek derên din ên bedena xwe xwariye. Ji ber wê di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest daye.”

Mêrê ku wê qetil kir di nav komên çete de ye

Raîde El-Xelûf a 27 salî koçbereke li kampên bajarokê Etma yê sînorê bakurê Idlibê ye bi guleyên mêrê pê re zewicî bû yê ku di nava komeke çeteyan de ye, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hinek xizmên Raîde El-Xelûf, tevî mêrê pê re zewicî bû hat girtin jî lê tenê 8 mehan di girtîgehê de maye. Her wiha hat diyarkirin ku îdia kiriye ku têkiliya wê bi kesekî din re hebûye, ev yek li saziyên dadgehî yên girêdayî "Heyet Tehrîr El-Şam" HTŞ’ê hincetek e ji bo hukmê lê hatiye birîn sivik bibe.

Jin bê parastin dimînin

Dayika Raîde El-Xelûf ya 52 salî destnîşan kir ku ji ber çavdêrî tune ye û zagonên HTŞ’ê mîna van bûyeran teşwîq dikin. Her wiha got ku zagon tune ne îdiayan muhasebe bikin û ev yek rê li qetilkirina jinan vedike.

‘Tu fermiyeta dadgehên HTŞ’ê tune ye’

Ji aliyê din ve çalakvan û hiqûqnas Menar Ebd El-Ezîz a 38 salî got ku girîng e zext li aliyên dadweriyê bibe ji bo ku girantirîn cezayan li kesên van kiryaran pêk tînin bibirin. Menar Ebd El-Ezîz got ku dadgehên HTŞ’ê fermî nîn in ji ber ku tenê komek in û li ser civakê bi hêza çekan hatiye ferzkirin, tu zagoneke rastîn li ba wan tune ye.

Di heman demê de destnîşan kir ku pêngavên hişyariyê bi taybetî di warê birêxistinkirina malbatê de dikarin van kiryaran sînordar bikin.