Li Idliba dagirkirî ragihandin li jinan hat qedexekirin

Jinên Idlibê êdî ew ê nikaribin di beşên ragihandinê yên li zanîngehê de bixwînin. Ji bo biryara qedexeyê, hinceta ‘binesaziya ku jin û mêr ji hev cuda bin tune ye’ hat nîşandan.

HEDÎL EL OMER

Idlib – Tevî ku daxwazên cîhanî yên xurtkirina jinan û garantiya mafên wan ên xwendinê bilind dibin jî, li Idliba ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, jin rastî cudakariyeke bi zanebûn tên. Yek ji van rewşan jî bêparhiştina jinan a ji xwendina ragihandinê ye. Ji bo vê yekê jî, hinceta ‘nebûna binesaziya pêwîst a ji bo beşeke cuda ya ji keçan re’ tê nîşandan.

Dixwazin jinan bêpar bihêlin

Bihîstina hevokên mîna "kevneşopî û teqalîd’ her wiha ‘rewşa ewlekariyê’ li Idlibê  tenê ji bo jin ji mafên xwe yên sereke bêpar bimînin normal bûye. Yek ji siyasetên herî nû jî, bêparkirina jinan a ji tomarkirina navên wan a di beşa ragihandinê de ye. Ev yek ji bo jinan beşa herî pêwîst a ji bo destnîşankirina dozên wan û gihandina dengên wan e.

‘Xewna min ew bû ku bibim rojnamevanek’

Li Idlibê êdî jin û keç dê nikaribin di beşa ragihandinê de cih bigirin. Ev biryar, bi hinceta ku binesaziyeke pêwîst ji herdû zayendan re tuneye, hat dayîn. Emîre Zêdan xwendekarek e ku hêvî dikir ragihandinê di yek ji zanîngehên Idlibê de bixwîne. Emîre got ku “Xewna min ew bû ku ez bibim rojnamevan, ji bo azarên jinan li vê derê ragihînim û jiyana me ji cîhanê re pêşkêş bikim. Dema min navê xwe ji bo tomarkirinê pêşkêş kir, ji min re gotin ev beş ji keçan re tuneye, ji ber ku binesaziyeke taybet tuneye. Ev biryar ne tenê zilm e, her wiha rahiştina dengê jinan e jî. Ragihandin warê ku jin dikarin bi riya wê qeydên civakî û siyasî bişkînin e. Ji ber wê li ser her sîstemeke dixwaze jinan kontrol bike, gef e.”

‘Hinceta têrnekirinê hincetek ne di cih de ye’

Xwendekara bi navê Rîm El Bakîr a 21 salî destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi derbasbûna vî warî heye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ger ragihandin tenê ji bo mêran be, nabe aktîv yan jî giştî. Gelek çîrok hene kesek nikare veguhêze ji bilî jinan. Bi taybetî jî çîrokên girêdayî civaka jinan a li Idlibê. Nebûna akademiyên ragihandinê, valahiyeke mezin di şopandina rastiyan de çêdike. Bêparhiştina jinan ji xwendina ragihandinê de, tê wateya bêparkirina nîvê dengên civakê. Jin dikarin çarçoveyên cuda ji bûyeran re deynin û dozên mêr nikarin bi hêsanî bighêjin wê belge bikin, bi taybetî jî li civakên girtî. Ev biryar ne tenê bandorê li jinan dike, her wiha tevgera ragihandinê jî bi giştî lawaz dike. Hinceta aliyên têkildar ku dibêjin binesazî têr nake, ne di cihê xwe de ye. Zanîngehên li Idlibê di peydakirina gelek pêwîstiyan de lawaz in. Tevî wê jî ev kêmbûn di warên din de jî derdikevin pêş. Lê belê dema em behsa fêrkirina jinan dikin, astengî hîn zêdetir tevlihev dibin. Ji ber ku girêdayî îdeolojiya aliyên desthilatdar in, ne tenê bi binesaziyê ve."

‘Biryar, berdewamkirina siyasetên cudakariyê yên li herêmê ye’

Rexed El Sexîr a xwendekara beşa zimanê Erebî ya li zanîngeha Idlibê ye jî hêrsa xwe anî ziman û got: “Ev biryar cudakariya li dijî jinan diyar dike. Ji ber zanîngehan nedikarîn mafên me peyda bikin. Em bi ku ve biçin? Bêparhiştina me ji ragihandinê bêparkirina me ji platforma em pirsgirêkên xwe bi riya wê bêjin û nameya xwe bighînin. Biryara qedexeya jinan ji xwendina ragihandinê, berdewamkirina siyasetên cudakariyê ya li herêmê ye. Ev cudakarî ne belav e, lê belê siyaseteke armanc dike jinan di çarçoveyeke girtî de bihêlin. Bêparhiştina keçan ji pêkanîna xewnên xwe dibe sedema hestê wê bi nebûna baweriya bi nefsa wê. Ji ber biryarên cudakariyê li dijî jinan dihêlin hestê kêmbûnê çêbibe. Pirsgirêk ne tenê nebûna jêderan e, jin weke aliyekî duyemîn tên dîtin. Beriya niha me çareseriyên mîna dabeşkirina avahiyan yan jî danîna demjimêrên taybet bi jinan danîn, lê belê ev pêşniyar cidî nehatin destgirtin. Derfetên fêrbûna rojnamevaniyê li derveyî herêmê hene, lê belê zehmetî ew e ku bihêlin ragihandin ji herkesî re erêkirî be li Idlibê. Ji ber ku ev mafê me yê sereke ye."