Li Idliba dagirkirî karkirina jinan bi awayekî pratîkî qedexe ye

Jinên ku li Idlibê dizewicin ji bo dev ji karê xwe berdin ji aliyê mêrên xwe ve rastî zextan tên. Lêkolînerê Civakî Delal El-Harakî diyar kir ku divê li dijî cudakariya zayendî di nava civakê de çalakiyên hişyarkirinê bên lidarxistin.

LÎNA ​​EL-XETÎB

Idlib- Jin hem di nava malbatê de hem jî di gelek qadên jiyanê de ji ber hişmendiya serdest a mêr rastî astengî û zehmetiyan tên. Şer û pevçûnên li Idlibê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî wî ve tên kirin , zîhniyeta baviksalarî hîn kûrtir kir.

Hala El-Bakur, 26 salî, ji bajarê Selqîn ê li bakurê Idlibê, berî ku bizewice wek hemşîre kar dikir. Hala El-Bakur, anî ziman ku hevjinê wê di dema dergistînê de kesekî têgihîştî bû û wiha got: “Piştî zewacê ji min xwest ku ez dev ji karê xwe berdim û karê malê bikim. Ez li dijî vê fikrê derketim, lê piştî destwerdana malbata wî, ez neçar mam ku vê fikrê qebûl bikim.

Hala El-Bakur destnîşan kir ku bi salan e aboriya wê ya serbixwe hebû û wiha got: "Di civaka me de jinek xwende be jî dibe ku mêr biçe ser karê xwe llê ew li malê bimîne. Civak jinan bi karê malê û zarokan sînordar dike. Lênêrîna malê û lênêrîna zarokan tenê wek berpirsiyariya jinan tê dîtin, Eger hem mêr û hem jî jin bixebitin, jin dîsa jî neçar in ku karên malê û lênihêrîna zarokan bikin. Ji ber vê yekê, jinên karker du caran zehmetiyan dikişînin û digihîjin serkeftinên bêhempa.”

Destûr nedan wî ku bixebite

Nur El-Qermûş, 25 salî, ji bajarê Sarmeda li bakurê Idlibê, zanîngeh qedand û dîplomaya xwe wergirt, lê piştî ku zaroka xwe ya yekem çêbû, destûr nehat dayîn ku kar bike. Nur El-Qermûş wiha got: “Hevjinê min li dijî karkirina jinan e. Li gorî wî divê jin li malê rûnin û li zarokan xwedî derkevin. Di civaka mêrsalarî de kevneşopî û adetên kevneperest bandoreke neyînî li jiyana jinan dike. Gelek jin piştî zarokanînê nikarin vegerin jiyana kar ji ber ku nikarin kreş û ksên ku pitikê meyze bike peyda bikin. "Ev rewş ne tenê bandorê li standardên jiyana jinan dike, di heman demê de bandorê li derfetên paşeroja wan jî dike ku ji bo demeke dirêj ji kar dûr ketine."

'Karkirin baweriya jinan bi xwe zêde dike'

Yek ji wan jinan Sanaa El-Adl a 31 salî, serpêhatiyên xwe bi van gotinan anî ser ziman: “Min mamostetî dikir û hevjînê min nehişt ku ez karê xwe bidomînim. Di destpêkê de min li dijî vê daxwazê ​​derket, lê ji ber israra wî min dev ji karê xwe berda. Ez dev ji mafên xwe bernadim û dixwazim karê xwe bidomînim. Çiqas zehmet be jî ez ê di peywira xwe de bi ser kevim. Karkirin baweriya jinan bi xwe zêde dike, şarezayiya wan a kesane baştir dike û ji aliyê aborî ve jî mirov girêdayî kesî namîne. Jinên ku di warê aborî de serbixwe ne, bi xwe bawer in û dikarin di der barê jiyana xwe de biryarên girîng bidin."

'Sîstema mêrsalar bandorê li jiyana jinan dike’

Lêkolînera civakî Delal El-Harakî ya 36 salî û ji bajarê Harem ê li bakurê Idlibê ye derbarê mafê jinê ya karkirinê de got: "Sîstema mêrsalar bandorê li jiyana jinan dike û jêhatiya  jiyana bi rûmet kêm dike. Jinan ji aliyê hevjînê xwe ve pêşî li karê li derve tê girtin. Li gel vê, divê di civakê de li dijî cudakariya zayendî, mafên jinan bên parastin. Divê rolên civakê bên zêdekirin û jin girîngiyê bidin tenduristiya xwe ya derûnî û bedenî."