Li Hindistanê ji ber şemitîna axê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku li Hindistanê barana zêde rê li ber şemitîna axê vekir. Li gorî daneyên destpêkê ji ber şemitîna axê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Barana zêde bandoreke neyînî li jiyana li eyaleta Sikkîmê ya Hindistanê dike. Li gorî agahiyên destpêkê di şemitîna axê ya ku ji ber barana zêde pêk hat de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor raportên medyayî, zêdetir ji 1500 geştyaran li herêmê ji ber ziyana rê, piran û ji ber şemitîna axê li herêma Manganê asê mane. Rayedarên herêmê diyar kirin ku di şemitîna axê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî winda ne.

Her wiha hat ragihandin ku herêmên bakurê eyaleta Sikîmê bi temamî ji başûr qut bûne, mal û riyên herêmê zirar dîtine. Ji aliyê din ve ji ber rewşa heyî, xizmetguzariya av, elektrîk û telekomunîkasyonê bi navber dikare ji herêmê re bê dayîn.