Li Hindistanê ji ber îxbara bombeyê zêdeyî 50 dibistan hatin valakirin

Li herêma Delhiya ya Hîndîstanê zêdeyî 50 dibistanên ku gji ber îxbara bombeyan lê dihatin kirin hatin valakirin û xwendekar şandin malên xwe.

Navenda Nûçeyan - Li herêma Delhiya ku paytexta Hindistanê Delhiya Nû lê ye, ji zêdetirî 50 dibistanan re e-mailên ku gefên bombeyan tê de hene hatin şandin. Piştî van îxbaran dibistan hatin valakirin û xwendekar şandin malên xwe.

Di dîmenên ku di kanalên televizyonê de hatin weşandin de hat dîtin ku dê û bavên ku hatibûn zarokên xwe li ber deriyê dibistanê li bendê ne û ekîbên polêsan bi  kûçikan û personelên îmhakirina bombeyan li dibistanên ku îxbarên  bombeyan lê dihatin kirin kontrol dikirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a Reutersê dane, bi hezaran xwendekarên polên 1-12’an rastî gefan hatine. Polîsê Delhiyê di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê de wiha got: "Polîsên Dêlîyê li gorî protokolê li van hemû dibistanan kontroleke berfireh kirin. Ev îxbar xuya dike ku derew in."

Bang li raya giştî dikin ku nekevin panîkê

Wezareta Karên Hûndirîn ya Hindistanê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên ewlehiyê hemû gavên pêwîst avêtine. Wezîrê Perwerdeyê yê Delhi Atishi bang li gel kir ku nekevin panîkê û diyar kir ku dema hewce bike dê rayedarên dibistanê bi dê û bavan re têkilî daynin.

Berê jî peyamên gefxwarinê yên bi vî rengî ji dibistanên li Delhi re hatibûn şandin, û ev wekî "xapandin" hatin fêm kirin.