Li Hîndîstanê bi pêşengiya jinan xwepêşandanên mezin rûdan
Li Hindistanê çalakiya pirotesto ya herî mezin ku piraniya çalakvanan jin in ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê du rojinan didome.
Navenda Nûçeyan - Li Hindistanê çalakgerên protestoyî ku piraniya wan jin in li ser daxwaza civata giştî a sendîkayan û bi piştgirîya komeleya karmendên Bankeya Hindistanê, sendîkayên sektor û komeleya pîşesazî li paytexta Hindistanê New Delhi bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê ku bandorê li karkeran giştî dike, xwepêşandan kirin.
Di 22'ê Adarê de pîlana xwepêşandanê hat danîn
Ev biryar piştî civîna 22’ê Adarê hat girtin û sendîkayan ragihand ku ew ê di 28 û 29’ê Adarê de, li dijî polîtîkayên hikûmeta navendî ya Hindistanê yên li dijî karker û cotkaran protesto bikin. Di daxuyaniya Sendîkayan de wiha jî hatibo gotin: "Kedkarên rê, kedkarên transport û elektrîkê jî dê beşdarî çalakiyê bibin."
Li dijî polîtîkayên Hikûmeta Hindistanê xwepêşandan
Hêjayî gotinê ye ku daxwazên sendîkayan ew ku taybetkirina hejmarek kompanyayên hikûmetê, dabeşkirina dadmedî ya dahatê û bidestxistina mafê wekheviyê ji bo karkerên bi peyman û yên din.
Sendîkayên Hîndistanê bang li welatiyan kirin ku sedema lidarxistina xwepêşandanê berçav bigrin û destnîşan kirin ku 28 û 29'ê Adarê dê di welat de hindek pirsgirêk di xetên veguhestinê û bankomatan de derkevin pêş. Her wiha bal kişandin ser wê yekê ku sedemên sereke yên çalakiya xwepêşandanê li dijî daxuyaniyên kêmkirina rêjeya faydeyê, zêdekirina nirxên tiştan û planên firotina kompaniyên gel ji bo hikuûmetê ne.