Li Hewlêrê jin û mêrê ku hevjînên hev bûn hatin kuştin

Li Hewlêrê jin û mêrê ku hevjînên hev bûn, ji ber pirsgirêkên malbatî hatin kuştin û heta niha kujer nehatiye girtin.

Hewlêr- Îro danê sibehê li kolana Surçiyan a taxa Selahedîn a Hewlêrê 2 kesên hevjînên hev di bûyerek de hatin kuştin. Rêveberiya Polîsên Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku herdu kes hevjînên hev in, navê wan  Zekeriya Rûstem Cîbraîl bi temen 21 salî ye û Sumeye S. A ya bi temen 18 salî ye. Tê gotin ku piştî lêkolînê derket holê ku kujer birayê Sumeya S.S.A ye. Sedema bûyerê jî  pirsgirêka malbatî ye û cenazêyên wan rakirine nexweşxana dadgeha Hewlêrê.

Yek ji şahidên bûyerê ji ajansa me re ev yek diyar kir: “Ev herdû hevjîn ji ber pirsgirêkên civakî hatine kuştin. Pirsgirêka wan jî ji berê ve hebûn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi sulha eşîrî mala Zekeriya diçin, Sumeya ji mala bavê wê tînin malê lê belê piştî salekê birayê Sumeye yê bi navê S.S.A îro danê sibehê bi ser mala Sumeye de girt û wê û hevjînê wê kuşt.”

Li Hewlêrê 9 jin hatine kuştin

Bûyerên kuştinên jinan zêde bûne û tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina bûyerên kuştina jinan nehatine girtin. Beriya niha serokê hikumeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de dabû diyarkirin ku bûyerên kuştina jinan ne tenê li herêma Kurdistanê hene li cîhanê hemû hene û bi vê yekê jî dixwazin kuştina jinan rewa nîşan bidin. Li gorî daneyên şeş mehên borî, di nava vê salê de tenê li bajarê Hewlêrê 9 jin hatin kuştin.