Li Hewlêrê ji bo pêkanîna biryara azadî û parastina jinan gûftugo hat kirin

Konseya Bilind ya Jinan û Netewên Yekbûyî li bajarê Hewlêrê li ser gûftûgokirina derbarê bi cihkirina yasaya 1325 ya azadî û parastina jinê li hev civiyan.

Hewlêr – Dûh bi wesîleya 19’ê Hezîranê ya roja cîhanî ya pêşîlêgirtina tundîtujiya zayendî li bajarê Hewlêrê konseya bilind ya jinên Kurdistanê û Netewên Yekbûyî bi taybet derbarê biryara yasaya 1325’an ya azadî û parastina jinê de li hev civiyan.

Derbarê gûtûgoya hat lidarxistin de parêzer û çalakvanên ku beşadar bûn ji ajansa me re nirxandin.

 “Armanca me ewe jin bi ewle jiyan bikin”

Parêzer û çalakvana sivîl Şûxan Hesên: “Em îro li vê derê kom bûne ji bo em plana biryara yasaya 1325 ragihînin, bi teybet li ser mijara parastina jinên penaber û ewên di qampan de dijîn da ku jiyana wan were parastin. Ji ber îro roja cîhanî ya pêşîlêgirtina  destdirêjiya zayendî ya beramberî jinê di demê şer û nakokiyan de, armanca me ewe ku jinên li Başûrê Kurdistanê jiyan dikin jiyana wan bi ewle be. Her wiha pirojeyek ya me ya taybet ji bo serpereştiyê heye, wezîrê navxweyî divê vê piroje û daxwazên me bi cih bikin.”

Endama encûmena bilind ya jinan Perwîn Hesen wiha axivî: “Em weke encûmena bilind ya jinan di roja pêşîlêgirtina destdirêjiya zayendî ya li ser jinê xebat didin meşandin da ku jin bi awayek azad û parastî jiyan bikin.”