Li Hewlêr û Raperînê nêzî 110 zarokên keç hatin sinetkirin

Li gorî daneyên hatin aşkerekirin hê jî li Herêma Kurdistanê sinetkirina keç û jinan berdewam dike. Rêxistina Wadî ya Elmanî di sala 2021’ê de li Hewlêrê û Raperîna Silêmaniyê rapirsiyek li ser sinektirina keçên temenê wan di navbera 1 û 20 salî de çêkir. Hezar û 260 kes tevlî rapirsiyê bûne. Li gorî vê rapirsiyê li Hewlêrê rêjeya sinektirina jinan ji sedê 11 ye û li Raperînê jî ji sedê 4.9 e.

Navenda Nûçeyan- Îro roja cîhanî ya têkoşîna li dijî sinetkirina jinan e. Li gorî bendên 19 û 24 ên peymana mafên zarokan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1989’an de hatiye erêkirin, destûr nayê dayîn zarokên keç werin sinetkirin.
Li gorî rapirsiya ku hezar û 260 kes beşdar bûne ji vê hejmarê 753 kes li Hewlêrê û 507 kes li Raperînê tevli bûne. Li Hewlêrê 85 rewşên sinetkirina keçan hebû ku ev jî dike rêjeya ji sedî 11 û li Raperînê jî 25 rewş hene ev jî dike ji sedî 4.9.
Rêxistina Wadî Elmanî di sala 1991’ê de li Elmanyayê hatiye damezirandin û di sala 1993’an de bi fermî destûr hatiye dayîn li Iraqê kar bike. Li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê li ser mijarên jinan kar dike. Yek ji mijarên kar li ser dike sinetkirina jinan e û hewl dide sinetkirina keçan ji holê rake.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 21’ê Hezîrana 2011’an de zagona hejmara 8 Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinan û Malbatê erê kir. Yek ji xalên vê zagonê qedexekirina sinetkirina zarokên keç bû. Lê heta niha li Herêma Kurdistanê sinekirina keçan berdewam dike. Li Herêma Kurdistanê zêdetir sinekirina keçan li gundan pêk tê. Ji ber ku ev kar bi veşartî tê kirin. Lewma heta niha nikaribûne pêşî lê bigrin û kesên vî karî dikin jî werin cezakirin.
"110 zarokên keç hatine sinetkirin"
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, li 30 welatan keç tên sinetkirin. Piraniya wan li parzemîna Efrîqa û Asyayê ne. Li gorî daneyên heman rêxistinê, li cîhanê 200 milyon jin û zarokên keç hatine sinetkirin. Her wiha li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di nava 10 salên li pêş de, sinetkirin wê gefê li nêzîkî 70 milyon keçên li welatên cuda yên cîhanê bike, bi taybetî yên li welatên parzemîna Asya û Rojhilata Navîn.
Berpirsê Projeya Rêxistina Wadî Elmanî Şox Mihemed têkildarî rewş û rêjeya sinetkirina jinan vê yekê bi bîr xist: “Ji ber sedema vîrusa koronayê û nebûna tîman li Silêmaniyê par em nikaribûn gelek serdanan bikin. Lê li gorî şopandina me, di sala 2021’ê de tenê li Raperîn û Hewlêrê ji hezar û 260 keçan 110 keç sinetkirî bûn.”