Li Hewlêr û Dohok du jin hatin kuştin

Jinek li qampa Xanikê ya Dihokê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin û jinek din li taxa 100 metrî ya bajarê Hewlêrê kuştî hat dîtin.

Navenda Nuçeyan – Li qampa Xanikê ya Dihokê jinek 29 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi du guleyan hat kuştin. Piştî bûyerê kujer xwe radestî polîsan kir.

Duh bi şev jî li nêzî rêya balafirxaneya Hewêrê jinek ciwan ya bi navê Îman Samî Mexdîd a 20 salî hatiye kuştin. Di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Lijneya Parastinê ya Mafê Jinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, di nava dû mehên dawî yên salê de 9 jin hatine qetilkirin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tûndûtujiyê jî, di sala borî de li Herêma Kurdistanê 24 bûyerên kuştin, 61 xwekuştin, 86 şewitandinê pêkhatine.