Li Hesekê pîrozbahiya mezin a 13’yemîn salvegera Şoreşa Rojava
Endama Desteya Rêvber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif a di pîrozbahiya salvegera Şoreşa Rojava de axivî, got “Peyama me ev e, çareseriyeke tenê li pêşiya Sûriyeyê heye ew jî Netewa Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kirî ye.”

Hesekê – Bi boneya 14’emîn salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava, gelê kantona Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan şahiyek girseyî li parka 4’ê Nîsanê lidar xist.
Di şahiyê de hêzên leşkerî, pêkhateyên kantona Hesekê, Til Temir, Kampa Waşokanî, kampa Serêkaniyê Hol, Şedadê û Erîşa amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Şerîf Omerî ve hatin pêşkêşkirin. Her wiha Endama Desteya Rêvber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got: “Şoreşa Rojava mizgîniyek nû ji bo tevahî gelê herêmê bû. Gelan bi vê şoreşê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û Rêjîma Baasê têkoşînek mezin meşandin û gel carek din xwe zindî kir. Ev şoreş şoreşa Jin Jiyan Azadî ye. Me dest bi vê şoreşê kir da ku em jiyanek azad li ser vê xakê bijîn. Şoreşa me dewam dike ji ber ku mafê me nehatiye mîsogerkirin. Heya ku em mafê xwe di destûra Sûrî de mîsoger nekin emê nikaribin azadiyê mîsoger bikin. Em dibêjin çawa ku me li hember hêzek terorê şer kir û têkoşîn meşand, her wiha li hemberî rêjîma Baas emê ji bo komara Sûriya demokratîk têbikoşin û mafê xwe bidest bixin.
‘Çareseriya li pêşiya Sûriyê Netewa Demokratîk e’
Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Sûriyeyê kir û wiha got: “Şoreşa me li ser milê jin û ciwanan pêk hat û erka giran li pêşiya me ye. Kes nikare nasname û zimanê me tune bike. Em dibêjin di Sûriya nû de emê bi ziman, nasname û nirxên xwe bijîn. Peyama me ev e, çareseriyeke tenê li pêşiya Sûriyeyê heye ew jî Netewa Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kirî ye. Em bi îsrar tekoşîna xwe dewam dikin. Em li pişta QSD’ê ne, QSD garantiya jiyana azad û demokratîk e. Werin em bi hev re Sûriyeke bi hemû rengê xwe ava bikin.”
Şahî bi pêşkêşkirina stranên Şoreşgerî yên Koma Serdem, Koma Tolhildan, Gerestêrk û hunermend Mueyed Şiwêş bi dawî bû.