Li Hesekê pêşhilbijartinên namzetên jin ên hilbijartina şaredariyan

Kongra Star a bajarê Hesekê, ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hilbijartina şaredariyan a 30’ê Gulanê pêk were, dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hilbijartina şaredariyan kir.

Hesekê – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî, ragihand ku di 30’ê gulana 2024’an de wê hilbijartinên Şaredariyan pêk were. Di 17’ê Nîsanê de Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi armanca avakirina şaredariyek demokratîk tifaqa xwe ya ji bo hilbijartinên Şaredariyan bi daxuyaniyek ragihandin. Îro Kongra Star a bajarê Hesekê, dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hilbijartina şaredariyan kir. Hilbijartin li 3 navendên Kongra Star a bajarê Hesekê pêk tê.

Namzetên jin ên namzeta hevşaredariyê ku beşdarî pêşhilbijartina li Hesekê bûn wiha ne: Enûd Bedirxan Deqorî, Bera Mihemd Mardêlî, Muna Mehmûd Hinêş û Seadiya Ibrahîm Kûtê.

Pêşhilbijartina ku di saet 09:00’an de destpêkir, saet 15:00’an bi dawî dibe. Endamên Kongra Star, Hêza Parastina Civakî a Jin, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê berê xwe dan navendên Kongra Star û dengê xwe bikaranîn.

‘Jin bi îradeya xwe ya azad dengê xwe bikartîne’

Endama Kongra Star a bajarê Hesekê, Dehla Ehmed tekez kir ku pêşhilbijartinên pêktên bi îradeya jinan e û wiha got: “Îro li bajarê Hesekê bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hilbijartina şaredariyan pêktê, ev yek cara yekem pêktê. Jin îro bi îradeya xwe ya azad berê xwe didin sindoqên pêşhilbijartinê û dengê xwe bikartînin. Emê navê ku li vir bê hilbijartin, tevlî lîsteya giştî a hilbijartinên 30’ê gulanê bikin. Em vê gava girîng li tevahî jinan pîroz dikin û ev gav ji bo tevahî cîhanê wê bibe gavek dîrokî û mînak.”

Hêjayî gotinê ye ku sindoqên dengan wê ji aliyê komîteya amadekar a hilbijartinan were hêjmartin û encam ji raya giştî re were ragihandin.

Li gorî agahiyên ku me ji Kongra Star girtiye, di 26’ê Nîsanê hilbijartin li navçeya Hol û Til Berek pêk were.