Li Hesekê ji bo nasîna zimanê Kurdî û parastina nasnameyê meşa girseyî
Bi armanca daxwazkirina nasîna mafê zimanê Kurdî û parastina nasnameya gel, li Hesekê meşeke girseyî hate lidarxistin. Beşdaran bang li hikûmetê kir ku pirrengiya zimanî nas bike û hemû zimanên li Sûriyeyê fermî bin û di destûrê de bên nasîn.
Hesekê – Bi armanca daxwazkirina nasîna mafê zimanê Kurdî û parastina nasnameya gel, li bajarê Hesekê meşeke girseyî hate lidarxistin. Rêxistinên jinan, partiyên siyasî, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, xwendekar û mamosteyên zimanê Kurdî tevlî meşê bûn.
Meş ji Çerxa Kevokê dest pê kir û heta Çerxa Şehîd Serhed berdewam kir. Beşdaran pankartên ku daxwaza mafê zimanê Kurdî û parastina nasnameyê tê de hatibûn nivîsandin, hildan.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê, li ser navê girseyê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ziman bingeha nasnameya mirovan e û wiha hat domandin: “Di dîrokê de, ziman nasnameya gelan nîşan dida û tu kes nikare zimanê pêkhateyan ji holê rake. Ji ber ku ziman ji bo her gelî bingeheke bingehîn e. Sûriye di warê ziman û çandê de welatek pirreng e û divê her kes ziman û çanda xwe biparêze.”
‘Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê naskirin’
Di berdewama daxuyaniyê de her wiha bang li hikûmetê hat kirin ku pirrengiya zimanî nas bike û hemû zimanên li Sûriyeyê fermî bin û di destûrê de bên nasîn. Daxuyanî wiha dom kir: “Gelê Kurd gelêkî kevnar e û divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bê nasîn. Înkarkirina zimanê Kurdî nayê qebûlkirin û ger Sûriye bang li dadwerî û wekheviyê bike, divê hemû ziman û çandên li welêt hebin, bên nasîn. Zimanê zikmakî, bingeha nasnameya gelan e û parastina wî berpirsyariya her kesî ye. Nenasîna ziman, nenasîna tevahiya gel e.”
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeya “Ziman nasname ye û bingeh e” bi dawî bû.