Li Hesekê civîna Hevpeymana Civakî

Bi armanca derketina nêrînek hevbeş ji reşnivîsa Hevpeymana Civakî, Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê civîna xwe ya duyemîn a qonaxa sêyemîn dest pê kirin.

Hesekê - Di çarçoveya civînên Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisên bajar re, li navçeyên kantona Hesekê li dar dixe. Îro li hola Reşo ya taxa Mişêrfê civîna duyem a Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi meclisên bajarê Hesekê û navçeyê wê re dest pê kir. Endamên Komîteyê Aldar Xelîl, Corcêt Bersomo û Ekrem Mehşûş civînê birêve birin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Komîteya Biçûk a Sazkirina Reşnivsa Peymana Civakî Corcêt Bersomo da zanîn ku armanc ji civînê danasîna Hevpeymana Civakî û nêrîngirtina beşdaran e û got: “Li gorî guhertinên dawî û ji bo parastina deskeftiyên şoreşê me dest bi reşnivîsa hevpeymanê kir. Nêrîna her kesê di reşnivîsê de ji bo me girîng e û em himet didin. Ji ber ku ev reşnivîs dê bikaribe mafê hemû pêkhateyan biparêze.”

“Armanc bi hevpeymana civakî ew e ku nêrînên hevbeş ji pêkhateyên civakê derbikevin”

Endama Komîteya Jin a Meclisa Bajarê Hesekê Firyal Ehmed teqez kir ku Hevpeymana Civakî dê çarenûsa hemû pêkhateyên herêmê biparêze û wiha got: “Hevpeymana Civakî armanc jê ew e ku ji gelek nêrînan nêrîneke hevbeş derkeve. Ev nêrîn jî xizmeta hemû ferdên di civakê de dê bike da ku pêşerojek azad were avakirin. Hebûna me di vê civînê de pir girîng e û tê wateya ku ev reşnivîs mafê her pêkhateyê biparêze ji berku  ji her kesê nêrîn tê girtin û li gorî wê reşnivîs tê sererastkirin. Pêwîst e her kes Hevpeymana Civakî bizanibe û nêrîna xwe li ser bide da ku erka xwe bizanibe û mafên xwe nas bike. Bi riya pêkanîna Hevpeymana Civakî dê wekhevî û edalet di navbera pêkhateyan de were avakirin û her kes azad be û bi riya wê em ê kar û xebatên xwe bi hev re berdewam bikin heya bigihîjin azadiya Rêber Apo.”

Civîn bi niqaşkirina 99 bendên Reşnivîsa Hevpeymana Civakî berdewam dike. Ev nêrîn û pêşniyar dê bi riya raporekê ji civîna Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymanê re werin şandin da ku bên nîqaşkirin û zêdekirin.

Li gorî agahiyan piştî bidawîkirina civîna bi meclis û navçeyan re dê dest bi civînên di nava gel de were kirin.