Li herêmên erdhejê rewşa awarte hate ragihandin

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku geşedanên têkildarî erdhejê li Navenda Koordînasyona Agahiyên Erdhejê dişopîne, got ku ji bo herêmên erdhejê li 10 bajaran da zanîn ku biryara rewşa awarte girtine.

Navenda Nûçeyan- Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja li Kurdistanê piştî 24 saetan derket pêşberî kamerayan. Biryara rewşa awarte ragihand.

Li gora zanyariyan Erdogan geşedanên di derbarê erdhejê de li Navenda Koordînasyona Agahiyên Erdhejê dişopîne, bîlançoya dawî eşkere kir. li gora vê bilançoyê, heta niha 3 hezar û 549 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 22 hezar û 168 kes jî birîndar bûne.

Erdogan, got ku ji bo Mereş, Semsûr, Edene, Riha, Hatay, Amed, Dîlok, Osmaniye, Meletî û Xarpetê biryara Rewşa Awarte (OHAL) hatiye dayîn.