Li herêmên dagirkirî rojane tundî li dijî jinan tên kirin

Ji Koordînasyona Kongra Star a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Hêvîn Mihemed diyar kir ku li heremên dagirkirî jin rojane rastî tundî û kiryarên xiran tên.

HESNA MIHEMED

Şehba - Li gorî bilanço û belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di nava salek de li herêma Efrînê ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin 94 jin hatine qetilkirin ji wan 8 jinan mirinên bi guman in, 71 jin rastî tecawizê hatine. Ji bilî van bûyeran rojane jin rastî tundî, îşkence û tecawizê tên. Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdasa kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvîn Mihemed ji ajansa me re der barê tundî û kiryarên li dijî jinan tên kirin de axivî.

Şoreşa Rojava bû pira azadiyê ji jinan re

Hêvîn Mihemed diyar kir ku bi saya şoreşa rojava gelek jin rabûne ser piyan, ev kiryar li ser xwe qebûl nekirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi saya berxwedana jinan di dîrokê de û şoreşa rojava jinên Rojava rabûn serhildan û berxwedanê li dijî desthiladariyê. Jinên Rojava bûn mînak ji jinên cîhanê re û di berxwedan û tekoşîna xwe de heya roja îro bi îsrar in. Hilweşandina DAIŞ’ê têkoşîn û qehremaniya jinên Rojava îsbat kir. Jinên Kurd temsîla hemû jinên cîhanê kirin û dengê berxwedana xwe li seranserê cîhanê bilind kirin."

Li her deverê jin rastî tundiyê tên

Hêvîn Mihemed teqez kir ku li herêmên dagirkirî sîstema desthiladarî û tunekirina hêza jinan tê meşandin û tundiyê li ser jinan didin meşandin û ev tişt anî ziman: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî hemû cureyên tundî û îşkenceyê li ser jinan ji aliyê sîstemên dewletê ve tên meşandin. Ji ber tekoşîn û destkeftiyên ku jin di şoreşê de bi dest xistine li gorî sîstemên wan ên desthiladar bû lewre destpêkê di civakê de jin tên hedefgirtin. Em ê kiryarên li ser jinên li Efrînê ji aliyê dagirkeriyê ve tên kirin derxin holê û tundiya ku ser wan tê meşandin eşkere bikin. Li rojhilatê Îranê jî eynî sîstem û zîhniyet tê meşandin di kesayeta Jîna Emînî de bertekên li dijî vê zîhniyetê zêde bûn. Xwestin pêşî li jinan bigrin lê beravojî wê jinan bi berxwedana xwe dest bi serhildana azadiyê kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî dîsa ew sîstem tê meşandin û jin di zindanên dewleta tirk de rastî her cure tundiyê tên. Jin li ku derê dibin bila bibin rastî tundî û kiryarên desthiladariyê tên ji ber sîstema wan di nav xwe de qebûl nake."

Bi bilindkirina asta xebatê wê dawî li tundiyê bîne

Hêvîn Mihemed diyar kir ku wê bibin dengê jinan ê ji bo azadiyê bilinde dibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em ê li dijî desthilatdaran dengê jinan ku bilind dibe ragihînin û mafên wan biparêzin. Em ê bi bilindkirina asta kar û xebatên xwe dawî li tundiyê bînin. Jinên ku cih di warê siyasî, rêxistinî, civakî û leşkerî de girtine û xwe îsbat kirine bûn mînak ji desthiladaran re di şoreşa rojava de jî ev yek xuya kir, ji ber ev şoreş bi navê şoreşa jinan li cîhanê tê pênasekirin. Her wiha rojane jin li ser piyan in û di nava kolanan de çalakiyên xwe ji bo azadiya xwe li dar dixin û dibin bersiv ji desthiladaran re. Bi riya perwerde û civînan em ê jinên ku heya niha rastî tundiyê tên rizgar bikin û di nav civakê de pêşî li van kiryaran bigrin. Dem dema azadiya jinan û civakê ye."