Li Herêma Kurdistanê Tora Nûçegihaniya Rojnamegerên Jin hat avakirin
Piştî bernameya 6 mehan a ji aliyê Saziya Medya Now Kerkuk ve hat lidarxistin, “Tora Nûçegihaniya Jîngehê ya Rojnamegerên Jin” hat avakirin. Bi vê torê armanc ew e ku jin di warê pirsgirêkên jîngehê de tevli xebatan bibin.
RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Ji destpêka Tîrmeha sala 2024'an ve saziya "Kerkûk New" bernameyek bi navê "Berfirehkirina rola rojnamvanên jin di şopandina pirsgirêkên jîngehê de" li bajarê Silêmaniyê ji bo 6 mehan li dar xist. 18 rojnamevanên jin ji hemû deverên Iraqê beşdar bûn. Piştî bidawîkirina çalakiyên bernameyê saziyê tora rojnamevanên jin di qada rojnamgeriya jîngehê de, 13'ê Çileya 2025'an li bajarê Hewlêrê yê herêma Kurdistanê, ragihand.
'Tor ji bo çareseriya pirsgirêkên jîngehê hat avakirin'
Leyla Ehmed a ku beşdarî bernameyê bûye û weke desteya sê alî ya torê hatiye hilbijartin wiha dibêje: "Ji bo şopandina pirsgirêkên jîngehê, me gelek perwerde dît, ew jî bi riya çapemeniyê bû. Di vê bernameyê de 18 rojnamevanên jin ji 8 bjararên Iraqê, herêma Kuridstanê jî di nav de ji Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedînê tevlî bûn. Di dawiya bernameyê de zêdetirî 80 madeyên girêdayî pirsgirêkên jîngehê, guhertina avhewayî û rojnamegerên çêker, hatin derxistin. Bername bi hilbijartina desteya çavdêriyê ya ji 3 kesan pêk tê ji bo tora rojnamevanan a rojnamegeriya jîngehê bi dawî bû. Biryar hat dayîn ku ev tor karê xwe di bin sîwana saziya "Kerkûn New" de berdewam bike her wiha beşek nû ya bi navê "Ji jîngehê" li malperê hat zêdekirin."
'Bi nêrîna jinan dê çareserî bên dîtin'
Der barê armanca avakirina torê de Leyla Ehmed wiha got: "Guherîna avhewayê yek ji pirsgirêkên herî zêde bandorê li ser cîhanê dike ye, bi taybetî li ser Iraqê. Yek ji 5 dewletên ku herî zêde ji ber guherîna avhewayê zehmetiyan dibîne Iraq e. Piraniya raporên ku girêdayî pirsgirêkên avhewa û jîngehê di rêxistinên ragihandinê de dihatin weşandin, ji aliyê mêran ve dihatin amadekirin. Ev jî dibû sedem ku rapor bi feraseta baviksalarî bên amadekirin. Ji ber vê em bi fikar bûn ku pirsgirêkên guherîna avhewayê herî zêde li jinan bi bandor dike. Bi armanca pêşxistina rola jinan di amadekirina raporên girêdayî guherîna avhewayê û parastina jîngehê de, ev tor hat avakirin. Em hewl didin xebatên torê berfireh bikin ew jî bi riya komxebat û perwerdeyê dibe. Her wiha hemleya hişyarkirina rojnamevanan di qada rojnamegeriya jîngehê de berdewam bikin ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên jîngehê, li kêleka pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî."
'Armanc ew e ku di warê pirsgrêkên jîngeh û avhewayê de şiyarî çêbibe'
Leyla Emed tekez kir ku hewl didin xebatên torê li ser asta bajarên Iraqê berfirehtir bikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku tor nû hatiye avakirin hewl dide tensîqên xwe bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ku bi qada jîngeh û guhrîna avhewayê re mijûl dibin, xurt bike. Her wiha hewl dide hevkariya xwe bi rêxistinan re zêde bike bi armanca parvekirina ezmûn û agahiyan. Bandora torê ew e ku hişyariyê der barê pirsgirêkên jîngehê de belav bike û çareseriyên van pirsgirêkan derxe holê ew jî bi nêrîna rojnamevanên jin di qada jîngehê de ye. Plana torê li ser bingeha rojnamgeriya çêker hat avakirin, ev rojnamgerî jî cureyek nû ya rojnamegeriyên ku li cîhanê dest bi baldariyek mezin kiriye, riya çareseriyên pirsgirêkan belav dike."
'Kêmbûna pisporên jîngehê zehmetiyan zêdetir dike'
Leyla Ehmed bal kişand ser astengiyên li pêş rojnamevanên jin ên li bakurê Iraqê û got: "Yek ji kêşe û zehmetiyên herî mezin a ku rojnamevanên jîngehê rast tên di warê jîngeh û guherîna avhewayê de kêmbûna pisporan e. Ev jî dihêle di gihandina çavdêriyan de zehmetî werin kişandin. Çavkaniyên bi sînor ên di vî warî de ji bo nivîsandina raporên berfireh û rast asteng in. Ji ber vê rojnamevan neçar dibin xwe bispêrin tenê kesekî weke çavkaniya bingehîn a agahdariyê bigire. Kêm pisporên jîngehê ji rojnamvanan re zehmetiyan derdixin ku nikarin hemû agahiyan di raporên xwe de derxînin."
'Divê berspektîfên parastina jîngehê bidin'
Di dawiya gotinên xwe de Leya Ehmed diyar kir ku divê ji aliyê saziyên hikumetê ve girîngî ji bo parastina jîngehê bê dayîn. Bi riya destpêkirina însiyatîfan ew ê çareseriyek ji guherîna avhewayê û paqijkirina jîngehê re bibînin. Divê berspektîfan der barê vê mijarê de di qadên xwe de belav bikin. Bi taybetî di avakirina projeyên avahiyan û kargehan de baldar ku dûrî cihên xwezayî bin ji bo parastina jîngehê bikin."