Li herêma Kurdistanê ji sedî 10 zarokên keç beriya bibin 15 salî tên zewicandin!

Desteya daneyên herêma Kurdistanê, encama der barê rewşa jinan de belav kir û di encamê de derket holê ku ji sedî 10 zarokên keç beriya ku bibin 15 salî tên zewicandin tevî ku di zagonan de heta temenê 18 salî rê li ber zewacê hatiye girtin jî.

Navenda Nûçeyan- Desteya daneyên herêma Kurdistanê bi hevkariya dezgaha navenda daneyên Iraqê û bi alîkariya sendîkaya Neteweyên Yekbûyî re encamên rapora sala 2021’ê a der barê rewşa tendirustî û civakî ya jinan li herêma Kurdistanê aşkere kir.

Rapora der barê rewşa tendirustî û civakî ya jinan li herêma Kurdistanê di sala 2021’ê de, bi 1596 malbatên ji bajarên Silêmanî, Dihok, Hewlêr ji wana 532 malbat weke mînak hatine nîşandan, bi 1576 malbatan re û 2162 hevdîtin hatine kirin.

Di raporan de xwendin, tendirustiya kesî, bandora vîrusa koronayê ya li ser malbatan, rêjeya hejmarên serpereştiyên malbatan, karkirina jinan, yeksaniya di nava keç û kuran de ji aliyê malbatê ve û tunditujiya beramberî malbatê û gelek tiştên din cih digrin.

Dane hatine Li gorî heman raporê di nava 15 salan de rêjeya xetera li ser jinan, li herêma Kurdistanê ji sedî 48 bilind bûye, li bajarê Hewlêrê hatiye tomarkirin, ji sedî 53.3 jî di nava bajaran de xetere li ser jinan heye.

Piraniya rêjeya tundîtûjiya li hemberî jinan ji aliyê hevjînên wan ve hatine encamdan ku ew tindûtujiyên fizîkî û derûnî ne. Nebûna hişyariya jin û mêran rêjeya wan di navbera ji sedî 17.9’ e piraniya wan di navbera temenê 45 salî zêdetir e, Waliyê Dihokê da diyarkirin ku piraniya rêjeyê jinên nexwendî di nav de hene û ji sedî 22.2 li Hewlêr ji rêjeya ji sedî 15.8 kêmtir e.

Li gorî raporê ji sedî 10’ê zarokên keç beriya bigihîjin temenê 15 salî tên zewicandin.