Li herêma Kurdistanê ji ber bûyerên kuştin û xwekuştinê aramiya civakê tune dibe

Bûyerên kuştin û nearamiyê xwekuştina jinan li ser jinên herêma Kurdistanê metirsî ye, rojane gelek bûyerên kuştina jinan rû didin, hinek tewanbar tên girtin û hinek din jî bê ceza dimînin.

Navenda Nûçeyan- Bûyerên kuştin û xwekuştinê yên tewanên dijmirovî ne; her diçe li herêma Kurdistanê zêde dibin. Her roj hemwelatî bi bihîstina nûçeyên nû yên kuştinê dest bi rojê dikin û ev yek bandoreke neyînî li ser civakê û derûniya kesan çêdike û ev nûçe bûne wekî mijarên rojane  di manşetên malperên medyayê de. Ev bûyer, wekî nûçeyên lezgîn tên dîtin û ragihandin. Bi sernavê; îro jî jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin, jinek hatiye kuştin yan jî li ser malekê de hatiye girtin û hwd.

Bûyerên kuştinê weke nûçeyên lezgîn û rojane tên dîtin

Hemû bûyer bi awayekî bi lez derbas dibin, di nava çend saetan de dibin yek ji nûçeyên germ  ên medyayê ku azadiya civakê û deruniya kesan dixin metirsiyê. Di dema bûyerên rasterast de hikumet û aliyên pêwendîdar û desthilatdarî berpirsyar tên dîtin, ji ber li gorî çalakvan û kesên şareza, xema hikumetê di mijarên bi vî rengî de kêm e û desthilatdarî û zagon jî di bin bandora siyaseta partî û kesayetên di nava partiyan de ne û nikarin bi awayek serbixwe nêz bibin.

Li seranserê cîhanê bûyerên kuştinê gelek zêde bûne, rêjeya vê yekê li gorî civakan diguhere lê belê li gorî bûyeran sedemên wê, qeyrana aborî, siyasî, civakî û nebûna perwerde û jiyana bi hev re ya bi awayê aştiyane ye.

Dane her diçe zêde dibin

Li gorî daneyên polîsên herêma Kurdistanê, di sala 2021’ê de li herêma Kurdistanê 50 bûyerên kuştinê, 287 bûyerên xwekuştinê û 215 bûyerên kuştina bi qest hatine tomarkirin. Her wiha 51 kes bi tometên bi karanîna çekê bê molet hatine girtin. Daneyên nû yên destpêka îsal bûyerên kuştinê hê belav nekirine.

Wezareta rewşenbîr û lawan a hikumeta herêma Kurdistanê biryara qedexekirina weşandina nûçeyên kuştin û xwekuştinê da. Sedema girtina vê biryarê jî li gorî wezaretê ew e ku ev nûçe dibin sedema zêdebûna kuştinê û ev mijar dibin mînak ji bo hemwelatiyên din.

Hebûna biryara qedexekirina weşandina nûçeyên tewanê kuştin û xwekuştinê de tenê rêgirî jê re nekir, tenê di nava du rojan de çar kes li herêma Kurdistanê li Dihok, Hewlêr û Seyîdsadiqê hatin kuştin û jinek jî li Germiyanê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da, li Hewlêrê di nava çend rojên borî de du hevjîn di mala xwe de hatin kuştin.

Bi taybetî daneyên kuştin û neçarkirina xwekuştinê, li herêma Kurdistanê zêde dibin. Li gorî daneyên rêxistina alîkariya zagona jinan di nava şeş mehên dawî yên îsal de 29 jinan xwe şewitandin, 31 jin neçar man xwe bikujin û 22 jin jî hatin kuştin.