Li herêma Firatê 3 sal in aloziya ji ber qutkirina avê didome

Dewleta tirk ji Çileya 2021’ê ve para Sûriyeyê ya ji ava Firatê qut kiriye. Di van 3 salan de, ji ber vê rewşê li herêma Firatê krîzeke mezin heye û bandorê li ser qadên çandin, av, enerjî û tendirustiyê kiriye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Di 17’ê Tîrmeha 1987’an de dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê hevpeymana parvekirina ava çemê Firatê îmze kirin. Li gorî bendên hevpeymanê diviyabû 500 metre kûp derbasî axa Sûriyeyê bibe. Ji ber vê salane ji bo Sûriyeyê 6 milyar û 627, ji bo Iraqê 9 milyar û 106 û ji bo Tirkiyeyê 15 milyar û 700 metre kup derbas bibe. Ji bo ev hevpeyam were fermîkirin jî di 1994’an de li gel Neteweyên Yekbûyî hatiye qeydkirin.

Dewleta tirk ku bi xwe jî aliyekî hevpeymanê yê fermî ye, ji Çileya 2021’ê ve polîkayên qutkirina ava Firatê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Li şûna ku 500 metre kup bikeve axa Sûriyeyê, 100-200 tê ku ev yek jî têr nake.

Di vê çarçoveyê de, ajanse me rewşa qadên ku yekser ji qutkirina ava Firatê bi bandor dibin nirxand.

‘Qutkirina ava Firatê veguheriye aloziyeke cidî’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Mizgîn Xelîl bandora qutkirina ava Firatê ya li ser herêma Firatê wiha anî ziman: “Êrîşên dewleta tirk ên bi armanca çewisandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û tunekirina pergala Rêveberiya Xweser bi hemû rêbazên wê berdewam dike. Pêvajoya herî dawî ya êrîşên hewayî jî ku binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat wêrankirin, nirxandina me teqez dike. Li rex gef û êrîşên heyî, poltîkayên dewleta tirk ên qutkirina para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê didome. Li gorî bendên hevpeymana parvekirina ava Firatê divê ku para Sûriyeyê 500 m.k be lê dewleta tirk kêmtirî 200 m.k dide. Mijara qutkirina ava Firatê veguheriye aloziyeke cidî ku herî zêde bandorê li herêma Firatê kiriye. Kêmbûna pileyên avê bandorê li gelek qadên jiyanê kir, yek jê jî beşa tendirustiyê ye ku kombûna ava qirêj bû sedema bi dehan nexweşiyan. Li aliyekî din kehrebe li gorî pêwistiya gel bi cih nayê, her wiha gundewarên li peravên çemê Firatê ku bi hêsaniyeke mezin xwe digihîştandin avê, niha pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Her wiha stasyonên Kobanê, Eyn Îsa û Sirînê jî ji xizmetê derketin.”

‘Dewleta tirk hewl dide bi vê yekê bandorên xirab li ser Rêveberiya Xweser çêbike’

Mizgîn Xelîl armanca dewleta tirk ji qutkirina ava Firatê wiha nirxand: “Dewleta tirk ji bo lewazkirina vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rê û rêbazên cuda êrîşan pêk tîne. Wekî din hewldanên dewleta tirk hene ku di navbera Rêveberiya Xweser û gel de nakokiyan ava bike. Dewleta tirk dixwaze wisa nîşan bide ku Rêveberiya Xweser nikare pêdiviyên gel ên xizmetguzariyê bi cih bîne û bike rojev. Lewre em dibêjin ku dewleta tirk yekser çavkaniyên jiyanê yên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc digre ku ev yek jî sûcên şer in. Bêguman bi qutkirina ava Firatê re şert û mercên jiyana gel dijwartir dibin. Me weke Rêveberiya Xweser hinek proje di beşa xwe ya bûdçeya salê de pêk anîn û hewldanên me jî berdewam dikin. Tevî vê yekê jî divê ku der barê mijara qutkirina ava Firatê de aliyên ku ji vê hevpeyamana ava Firatê berpirsyar, helwest nîşan bidin. Divê ku êdî para Sûriyeyê ya ava çemê Firatê di bin çavdêriyeke navdewletî de were berdan.”

‘Em ji çavkaniya jiyanê bêpar dimînin’

Niştecihên herêma Firatê ava xwe ya vexwarinê ji çemê Firatê digrin lê bi kêmbûna asta avê re muduriyeta avê ya herêma Firatê neçar dimîne ku seat û demên hatina avê kêm bike. Ji rêveberiya muduriyeta avê ya kantona Kobanê, Xalîse Ebd El-Qadir wiha behsa vê rewşê kir: “Ev 3 sal in em bê para xwe ya ava Firatê dijîn, weke tê zanîn jî av çavkaniya jiyanê ya sereke ye. Lê di encama poltîkayên dewleta tirk de em niha ji mafê xwe yê avê bêpar dimînin. Qutkirina avê bandorê li ser tevahî beşên jiyanê dikin ku ava vexwarinê, çandinî, kehrebe û hwd. Em jî weke muduriyeta avê neçar man pergala xwe ya belavkirina avê bidin guhertin û seatan kêm bikin. Ev rewş ji neçarî ye, ne bi destê me de ye, em neçar in li gorî ava heyî tedbîrên xwe bigirin. Li herêma Firatê 5 yekîneyên avê hene, di navenda Kobanê de em rojekê didin bajar û rojekê didin kolana 48’an. Her wiha em dema hatina avê di havîn û zivistanê de li gorî pêdiviyên gel didin guhertin. Ez dikarim bibêjim ku me hemû derfetên xwe xistine seferberiyê da ku em gelê xwe bê av nehêlin. Di vî warî de projeya me ya berfirehkirina xetên avê heye ku me xwest gundewarên Kobanê yên bê av, bi av bikin. Ev proje temam bûye û xetên avê amede ne lê mixabin ji ber qutkirina ava Firatê em nikarin avê bigihîjînin gundan. Di nava hefteyekê de carekê avê berdidin û seatên wê jî li gorî bajar gelek kêm in.”

‘Cihên avî veguherîne erdên bejî û cotkar ziyanên mezin dibînin’

Herêma Firatê ku debara xwe bi çandiniya cur be cur dike, astengiyên mezin di peydakirina ava ji bo avdana zeviyan de dijî. Hevseroka Desteya Çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Daban jî bandora tınebûna avê li ser çandiniya herêmê wiha vegot: “Herêma Firatê xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku ji sedî 99 debara xwe bi çandiniyê dike. Ev yek ji serdema dapîr û bapîrên me ve wiha ye. Ev çandinî jî piranî bi ava çemê Firatê pêk dihat ku berhemên gelek baş jî derdiketin. Lê bi qutkirina ava Firatê re ji her qadê zêdetir çandinî bi bandor bû ku cotkar neçar man zeviyên xwe yên avî veguherînin erdên bejî. Hinek cotkaran jî serdana me kirin da ku mazota wan zêdetir bibe ku pê re bigihîjin hemû zeviyan av bidin. Li milê bajarokê Sirînê hinek zevî bûn bejî û herî dawî jî êdî cotkar nikaribûn biçînin. Em dikarin bibêjin ji sedî 50 zeviyên herêma Firatê bûne bejî û yên mayî jî ji ber ku cotkaran bikaranîna mazotê zêdetir kirin, gelek pereyên wan diçin. Zeviyên dûrî çem, bi ava bîran tên avdan. Jixwe av qirêj bûye, li aliyekî din jî bîrên avê roj bi roj zuha dibin ku hinek bîrên temenê wan 50 sal bûn êdî bê av in. Bêguman hewldanên me hene ku em bi cotkaran re bibin alîkar, em dikarin tenê mazotê zêdetir bikin, wekî din divê ku ava Firatê were berdan da ku çandiya herêmê weke berê baş bibe.”

‘Asta avê têra dayîna kehrebeya herêmê nake’

 Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya herêma Firatê Eyşe Nasir rewşa kehrebeya li kantona Kobanê wiha bilêv kir: “Herikîna ava Firatê tiştekî xwezayî ye ku divê tu carî neyê rawestandin lê dewleta tirk polîtîkayên dermirovî û derexlaqî dimeşîne ku ev nêzî 3 salan e qut kiriye. Weke herêma Firatê em kehrebeya xwe ji bendavan digrin, ji ber vê bi qutkirina ava Firatê re em bi gelek pirsgirêkan re rûbirû man û em ketin bin barekî mezin. Lewre em neçar man seatên dayîna kehrebeyê kêm bikin. Pêdiviya bendavê bi 500 m.k heye lê bi ava heyî re bendav nikare baş bixebite û saetên zêde yên enerjiyê derbixe. Para Kobanê ya kehrebeyê 6 saet e, em jî neçar man di navbera gund û bajar de parve bikin. Di van 6 saetan de em neçar dimînin 2 caran qut bikin û wiha didin gundan. Ji bo pêdiviyên gel, saetên kehrebeyê gelek kêm in. Lê mixabin em neçar in li gorî asta ava heyî tevbigerin. Ji bo sala 2024’an jî stratejiya me ya sereke dîtina alternatîfan e ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê.”

‘Di 2023’an de 11 hezar û 511 kes ji ber avê nexweş ketine’

Li aliyekî din qutkirina avê bi xwe re gelek nexweşiyên ku ji qirêjbûna avê çêdibin, anî. Bijîşk Evîn Xelîl nexweşiyên ku belav bûne wiha anî ziman: “Dema ku herikîna avê ya xwezayî radiweste, av qirêj dibe û pê re mîkrob û vîrustevli ava dibin û heta zêdetir jî dibin. Av çavkaniya jiyana mirovan e ku divê rojane were bikaranîn. Lê dema ku av qirêj be gelek nexweşiyan jî bi mirovan re çêdike ku bi taybetî jî bi zarok, jinên ducanî û yên temenê wan mezin re. Ava qirêj destpêkê bandorê li ser made û roviyan dike ku îltihabê digrin di encamê de vereşî, îshal û kelahiya bedenê çêdibe. Her wiha nexweşiyên çerm jî çêdibin, demekê li gundên li ber peravên Firatê nexweşiyên sehaya û kolerayê derketin. Bêguman ev nexweşiyên me anîn ziman ji berê ve hene lê bi qutkirina ava Firatê re bi rengekî eşkere zêdetir bûn. Hinek nexweşî hene zû bi zû çênabin, weke nexweşiya tîfoyê. Me weke Desteya Tendirustiyê di 2023’an de belge kir ku 11 hezar û 511 kes bi jehrê ketine. Li hemberî vê rewşê, hinek pêşniyarên me hene ji bo gel. Divê ku ava vexwarinê her dem were dezenfektekirin. Divê avê bikelînin wisa vexwin. Piştî ku av were kelandin di qumaşê pembû re were derbaskirin ev yek nexweşiyê çênake.”

Tevî aloziyên ku me li jor anîn ziman, dewleta tirk poltîkayên qutkirina ava Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike, ev mijar roj bi roj dijwartir dibe.