Li herêma erdhejê pirsgirêka pêdiviyên bingehîn didome

Tevî ku mehek di ser erdheja Semsûrê re derbas bû jî, li navenda bajêr hê jîhejmarek têrker a tuwaletên gerok û serşokê nîn e. Welatî neçar in pêdiviyên xwe yên tuwaletê yên li zeviyan û pêdiviyên xwe yên serşokê jî bi ketina xaniyên xerabûyî pêk bînin.

Semsûr – Piştî erdhejê hê jî pêdiviyên bingehîn nayên bi cih anîn. Welatiyên li Semsûrê di konan de dimînin ceyran û av nabînin. Malbatên ku neçar man di konê ku li ber xaniyên xwe yên ku xisareke mezin ava kirine de bijîn, nikarin pêdiviyên xwe yên tuwalet û serşoyê pêk bînin. Welatiyên ku ji bo serşokê bikevin xaniyên ku hindik xisar dîtine, ji ber nebûna tuwaletên gerok li zeviyan hewl didin pêdiviyên xwe yên tuwaletê bi cih bînin.

Ji welatiyên ji ber erdhejê di konan de dimîne Gozel Karadag diyar kir ku ji ber tup nîn e nikare xwarinê çêbike. Gozel Karadağ got:

“Ev mehek e em di kon de ne, ne av û ne jî ceyran heye. Êvarê em li ber ronahiya mûmê rûdinin. Av jî tune. Em ji vir diçin maleke din, bi sondajê avê derdixin, em jî ji wan av distînin. Tiştek nîne, alîkariya ji derve. Ji bo serşokê li taxê malek hinekî xerabûyî heye, em diçin wê derê serşokê dikin. Tuwalet tune ye, em ji bo tuwaletê diçin zeviyan.”

'Em niha bêhtir neçar in’

Gozel Karadag anî ziman ku piştî erdhejê neçariya wan a beriya erdhejê qat bi qat zêde bû û got, “Tirkiye beriya wê xerab bû, niha bi erdhejê re rewş xerabtir bûye. Beriya erdhejê em bêçare bûn, niha hê bêtir bêhêvî bûne. Tirkiye heye? Tirkiye çûye. Em bi alîkariya cihên din xilas bûn. Ji cihên din alîkarî ji me re tê, dewlet alîkariyê ji me re naşîne. Ji Diyarbekir, Riha û bajarên din me alîkarî girt. Em vê çayê bi wan re vedixwin. Em sê rojan li vir birçî man. Niha rewşa me zêde ne cuda ye. "Hê jî ne av, ne elektrîk, ne jî pêşeroj heye."

'Wan ev der bê xwedî hiştin'

Gozel Karadag anî ziman ku li Semsûrê ji ber îhmalkariyê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û got, “Kon pir sar e, êvaran av ji konê me diherike. Carinan em nikarin razên. Alîkariya ku ji me re şandibûn desteser kirin û ji bo bidizin jî birin. Xwedî li Semsûrê derneketin. Kesî li vir nenêrî, her kes mirin. Ne hatin û li gel mêze kirin, kavilan venekirin, dewletê temaşe kir, di erdheja duyemîn de her kes mirin. Em di kon de rûdinin û bi çayê biskuwîtan dixwin. Ne xwarin û ne jî nan heye. Tiştek tune ye, em wisa dijîn.”