Li hemû bajarên Îranê bertek zêde dibin
Nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve ji Kurdistanê heta Tahran û bajarên din ên Îranê belav bû.
Navenda Nûçeyan - Êvara 17’ê Îlonê nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê bajarê Seqizê ji aliyê rejîma Îranê ve, li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên îranê belav bû. Xwepêşandêran helwesta xwe ya li dijî rejîma Îslamî ya Îranê diyar kirin.
Li gorî raporta ku hat belavkirin, nerazîbûn li bajarê Sine, Pîranşar, Kirmanşan, Dîwandere, Qerewe, Merîwan, Dehgulan, Urmiye, Pawe, Bicar, Mihabad û Makuyê hatin lidarxistin. Ev nerazîbûn ji derveyî Tahran, Meşhed , Reşet li bajarên din ên Îranê belav bûn li herêmên din ên weke Xwezivistan, Qûm, Sarî, Kirman, Kiş, Gundbekavus, Yezdê, Gurgan, Ehwaz, Eyze û Tebrîzê jî hatin nîşandan.
Li gorî zanyariyan xwepêşandêran bi dirûşmên “Ji Kişê heta Kurdistan azadî azadî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şer şer heta serkeftinê”, “Kurdistan goristana faşîstan e”, “Ji dîktator re mirin” bi şewitandina ala Îranê û sîstema komara Îslama Îranê hat şermezarkirin û daxwaz kirin ku sîstema mêrsalariya Îranê were hilweşandin.
Her wiha jinên xwepêşandêr bi şewitandina kefiyên xwe helwesta xwe ya li dijî hicaba bi zorê anîn ziman. Kesên ku xwestin mudaxeleyê xwepêşandanê bikin rastî berxwedana xwepêşandêran hatin û neçar man paşve vekişin.