‘Li hemberî tundiyê têkoşîna herî baş xwenasîn e’

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Songul Guler diyar kir ku dema jin li hemberî tundîtûjiyê xwe bi rêxistin bikin û azad bibin, wê xweza û civak jî azad bibe, bi wê yekê re dê hemû şer, kuştin û tundîtûjî vala derbikevin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundîtûjiya li dijî jinan, li seranserî cîhanî gelek çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Der barê têkoşîna li dijî tundîtûjiya li hemberî jinan de Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Songul Guler ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku jin bi têkoşîn û xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundîtûjiyê bigrin.

‘Tûndiya li ser jinê bi pergalî û birdozî ye’

Endama jineolojiyê Songul Guler diyar kir ku di roja me ya îro de tudîtûjiya li hemberî jinan pergalî û bîrdozî ye û got: “Tunditûjiya li ser jinan tenê em bi fizîkî bigrin dest dê kêm bimîne. Hem pergalî ye, hem jî bîrdozî ye. Çima tundîtûjî li ser jinan tê kirin û ferz tê dîtin avakirina zîhniyet û pergalek wê heye. Em nikarin weke bûyerek bigrin dest, em dikarin bibêjin jin li ku derê bin bila bin li kîjan dewletê dibin bila bin, li ku kîjan qanûn hebin jî rastî tundîtûjiyê tên. Jin li ku derê rastî tundîtûjiyê tên, li malê, ji aliyê bav, mêr û bira ve, li bajaran, li  taxan, gundan rastî tudîtûjiyê tên.

Jin di hedefa êrişên mêr-dewletê de ye

Songul Guler da zanîn ku pergalên hatine avakirin xwedî aqilê mêr in û bi kedîkirina jinan tundîtûjiya li hemberî wan rewa dikin û wiha domand: “Pîştî şaristaniyê û şûnde pergal bi aqil û çanda mêr hatine avakirin. Ji bo wê jî xala yekem kedîkirina jinan bû, ew ruhê azad, ew enerjiya bi coş, jiyana bi reng, zîhniyeta civakî, ew exlaq û çanda civakî pêwîst bû bihata kedîkirin. Bi taybetî çeka yekem a pergala bavksalariyê tundîtûjî bû. Vê yekê bi bîrdoziya xwe xurt kirin heta ji bo vê yekê gelek tişt gotin derxistin û heta roja me ya îro jî dibêjin ‘Lêdan ji cenetê derketiye’ ‘Li keça xwe nexî wê li çoka xwe bixî’ bi zimanên cuda cuda ev gotin di nava civakê de rewa kirin. Bi van gotinan êdî weke qedera jinan a ku divê neyê guhertin bi hezaran salan wisa berdewam kirin. Di dewletan de qanûnên ku derdixin hemû li gorî wê ava kirin. Jin di qadên aborî, siyasî, çand û hunerê, di hemû qadên jiyanê de rastî tûndîtûjî, neheqî, lêdan û kuştinê tên. Em bibêjin jinek karker be hemû keda wê tê xwarin û nikare heqdestê keda xwe bistîne. Bi taybetî di şerê ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin de hedef jin in û weke xenîmeta şer şer tên dîtin, rastî tacîz û tecawizê tên, di bazaran tên firotin ev dîrok gelek ji me ne dûr e, di van salan û di van kêliyan de em hê jî rojane van bûyeran dijîn.”

‘Xwe rêxistinkirin parastina herî baş e’

Songul Guler destnîşan kir ku divê jin xwe bi rêxistin bikin û baş nas bikin, bi têkoşîna xwe dikarin li hemberî tundîtûjiyê bisekinin û wiha got: “Dema êrîşek li cihek çêdibe destpêkê dest davêjin jinan, çawa ku welat tên dagirkirin. Divê em vê baş bizanin tundîtûjî ne qedera me ye, tu caran jî me tundûtûjî heq nekeriye. Divê di hemû aliyan de em xwe biparêzin. Di aliyê zanist, xwenaskirin, çand, exlaq û sekna xwe de divê em xwe bi rêxistin bikin û biparêzin, mekanîzmayên parastina xwe bidin avakirin. Divê em îqna bibin ku em ne kesên wisa ne werin kedîkirin û bibin malê kesan. Divê em xwedî wê zanînê bin. Ji bo vê jî têkoşîna herî baş xwenaskirin e, xwebûn e, naskirina cinsê xwe ye, xwebûn e.”

Sungul Guler a li dijî tundiyê bal kişand pêwistiya xwe parastinê ya jinan, wiha dom kir; “Xweparastina herî baş derxistina holê ya zanista çanda jinan, aqilê jinan, zanista ruh û enerjiya jinan û rêxistinkirina hemû jinan e. Pêwîst e di vî alî de em bi rêxistinkirin bi zanîstî bi çand û exlaqê jin, dayikê tevbigerin. Li hemberî van êrîşên ku li ser me tên meşandin em hem di aliyê fikir de hem jî di aliyê zanistê de rêxistinên xwe bidin avakirin. Wê demê dê zarok jî ji bin tundîtûjiya civakê û mezinan derbikevin. Ger jin azad bibin wê xweza jî azad bibe, wê civak jî azad bibe, wê demê wê hemû şer, kuştin û tundîtûjî vala derbikevin.”