“Li hemberî pirsgirêkên heyî pêdivî bi yekîtiya jinan heye”

Jinên di şêwira Jinên Kurd bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” hat lidarxistin amede bûn de diyar kirin ku êş û pirsgirêkên hemû jinan yeke ji ber wê jî pêwiste yekîtiya jinên Kurd were avakirin.

DÎLAN KORHAN

Silêmanî – Şêwira jinên Kurd duh bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê bi beşdarbûna jinên ji Rojava, Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê li Silêmanî bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” hat lidarxistin. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Jinda Şengal, Berdevka Meclîsa Jin a HDP Ayşe Acar Başaran û Endama Koordinasyona KJAR Peyman Viyan ku di Şêwirê de amedebûn ji ajansa me ra axivîn.

“Êşa hemû jinên Kurdistanê yek e”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Jinda Şengal diyar kir ku êşa hemû jinên çar aliyê Kurdistanê yeke û axaftina xwe wiha domand: “Ji çar aliyên Kurdistanê jin hatin tevlî şêwira jinên Kurd bûn, ji bo em bikaribin êşên em dijîn ji hevdu re bibêjin. Pirsgirêkên ku li şêwirê hatin ziman hebû di Şengalê de jî tê jiyîn. Weke her derê li çar aliyê Kurdistanê jî jin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Êşa jinên çar aliyê Kurdistanê heman e. Jin rastî newekheviyê tê û esas nayêgirtin. Em wekî jinên Êzidî ji bo ji her jinê re bibin piştevan tevlî şêwirê bûn. Hemû cîhan dizane em wekî gelê Êzidî gelek caran rastî fermanan hatin. Di her fermanê de jin hatin tewacîz kirin û qetilkirin. Em wekî TAJÊ me hewilda li hemberî wan zilmê jinan bi rêxistin bikin û bigihijînin astek ku bikarin xwe rêvebibin. Beriya fermanê me wekî jin nikaribûn êşa xwe ji hevdu re bibêjin. Piştî fermana 2014’an çavê jinê vebû, êdî xwe naskir û bûn xwedî helwest. Êdî ji tiştên ku li dijî xeta jinê ye helwesta xwe datine û dibêjin em hene. Wek jinêke Êzidî bangawaziya min ji tevahî jinan re heye, bila xwe û êşên xwe nasbikin, ji hevalên xwe yên li kêlaka xwe rê bibin alîkar û pirsgirêkên xwe bi yekbûnê çareser bikin.”

“Bi destê dewletê çanda qetilkirina jinan zêde dibe”

Endama Koordinasyona Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan jî diyar kir ku di şêwira jinên Kurd de nîqaşên pir giring hatine kirin û axaftina xwe wiha domand: “Îro ji çar beşên Kurdistanê jin hem wek beşdarvan hem jî wek panelîst tevlî şêwirê bûn. Ev şêwir pir giringe, li ser pirsgirêkên jin li çar aliyên Kurdistanê dijîn, hem tundîtujiya dewletê hem jî tundîtujiya mêr ya li ser jinê. Jin li her çar beşan jî her roj tên qetilkirin. Taybet di van demên dawî de hem Başûr, hem Rojhilat û li aliyên dinê jî qetilkirina jinan pir zêde ye. Divê Şêwira Jinên Kurd de jî ya giring ev e. Pirsgirêk çiye û li hemberî wê dê çareserî çi be. Êdî em ê çî bikin, pêwîste jin têkoşînek çawa bidin meşandin ku em bikaribin pêşiya van pirsgirêkan bigrin. Yên ku herî zêde li vir hatin nîqaş kirin, tundiya li ser jinê polîtîk e, taybet bi destê hikûmetê tê meşandin. Hikûmet kesên ku jinan qetildike ceza nake ji ber vê jî ev çanda kuştin û tecawiz pir zêde pêşdikeve. Hem jî li cihên wek Rojhilat ku dewletek wek Îran li ser kare tundîtûjiya li ser jinan pir zêde ye. Taybet panelîstan jî balkişandin ser vê yek ê. Armanca şêwirê ew e ku em nîqaş bikin û bi hemû jinan re pêwîste em çî bikin baş binirxînin.”

“Pirsgirêka hemû jinan yeke ji ber wê jî pêwistî bi yekîtiya jinan heye”

Peyman Viyan dest nîşan kir ku ji bo tunekirina çanda paşketî ya jinê biçuk dibîne têkoşîn pêwîste û wiha berdewam kir:”Ji aliyê qanûnî de pêwîste têkoşîna jinan xurt bibe, hewceye em qanûnek pêşbixin ku bikaribe mafê jinan biparêze. Çanda ku dinava civaka me de pêşketiye qetilkirin û xwekuştina jinan pir normal dibîne. Divê em bikarbin ji bo hişyarkirina jin û civakê xwe rêxistin bikin. Çanda paşketî ku her roj jin qetil dike bidin guhertin û çanda ku wekheviya jin û mêr û pêşengtiya jinê bibine avabikin. Yek ji nîqaşên herî zêde li vir tê kirin ew e ku em çawa dikarin li hember dewletên ku dixwazin jinê tune bikin çawa têkoşîn bikin ne. Herî zêde jinan balkişandin ser wê yekê ku, pirsgirêka hemû jinan yeke û pêwiste yekîtiya jinên Kurd were avakirin.”

“Di cihanê de jinên Kurd bi têkoşîna xwe minak in”

Peyman Viyan bilêv kir ku divê hemû jin bibin yek û li hemberî êrişên heyî xwe rêxistin bikin û axaftina xwe wiha domand: ”Divê jin li kolan, mal û li her devera ku lê ye têkoşîna xwe xort bike. Pêwîste em di meclîs, saziyên medenî û saziyên jinan de xebatek ku çawa were meşandin bi zanibin û li gorî wê xwe baş rêxistin bikin. Di cihanê de jinên Kurd bi têkoşîna xwe minak in, lê li keleka wê jî her roj tên qetilkirin. Jinên Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û di zindanên Îranê de zext li ser wan tê meşandin. Mînaka vê jî Zeyneb Celaliyan e. Bangawaziya me ew e ku herçiqas yekbûna me li çar beşên Kurdistanê xurt be, em ê evqas têkoşîna xwe xurt bikin. Pêwîste xwedî derketinek hin xurtir li Rojhilatê Kurdistanê û taybet di girtîgehan de û jinên ku nava civakê pêşengtî dikin de pêşbikeve. Wek jinên Rojhilat em dibêjin têkoşîn heye, em çiqas xwedî li wê têkoşînê derbikevin em ê ewqas destkeftiyên xwe mezin bikin û azadiya jinan jî mîsoger bikin.”

“Bersiva van êrîşan jin di 8’ê Adarê de dan”

Berdevka Meclîsa Jin a HDP Ayşe Acar Başaran jî dest nîşan kir ku bi desthilatdariya AKP’ê re newekhevî, tundî û qetilkirina jinan zêdetir bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî tundiya li ser jinê komxebatek derdixin û li vir em hemû pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Li Bakurê Kurdistanê û Turkiyê jî demek dirêje tundiya li ser jinê bêhtir bûye. Bi hezarî salan e jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Di kesayetiya jinê de civak hatiye têne hiştin. Pirsgirêkên me cûr be cûr in. Bi desthilatdariya AKP’ê re newekhevî, tundî û qetilkirina jinan zêdetir bû. Ji ber ku di aqlê AKP’ê de cihê jinê diyare, çarcova ku tê de ne diyar e. Li dora me xetek xêz kirine, bi hişmendiya hûn nikarin derkevin dervayî vê xetê nêzî jinan dibin. Dibêjin hûn nava malê de ne, hûn xwişkin, dayik in û keçên me ne, lê hûn ne jinên azadin û tucarî nabin jinên azad. Her roj Serokomarê Turkiyê derdikeve û dibêje ‘jin û mêr newekhevin.’ Mêr ji ber van gotinan hêz digrin û tundiyê zêdetir dikin.”

“AKP êrişê destkeftiyên jinan dike”

Ayşe Acar Başaran bilêv kir ku bi hatina AKP’ê re êrişên li ser jinan zêdebûye û wiha pêde çu: “Ji desthilatdariya AKP’ê heta Îro tundiya ser jinê sedî 12 zêde bûye. Di nava salekê de nêzî 450 jin bi destê mêran hatin qetilkirin. Qasî vê hejmarê jî bi guman jiyana xwe dest dan. Li hemberî vê AKP êrişê destkeftiyên jinan dike. Hevserokatiyê wek sûc dide nîşandan û daxwaz kir ku hevalên me yên hevserokatî anîn cih darezîne. Hevalên me yên ku têkoşîna jinê meşandin îro di girtîgehê de tên girtîn. Saziyên jinan hemû bi destên AKP’ê tên girtin. Di nava 7 salan de êriş kirin, qetilkirin, destdirêjî kirin, lê di heman demê de jinê li hemberî van êrişan têkoşîna xwe mezintir kir. Bersiva herî xweş jî 8’ê Adarê dan. Hemû jin li hev civiyan û gotin; dê ev sed sal bibe sedsala azadiya jinê.”

“Hemû ev êriş dê di pêşeroja me de têk biçin”

Berdevka Meclîsa Jin a HDP Ayşe Acar Başaran da zanîn ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe hatine roja îro û axaftina xwe bi van gotinan dawî anî: “Şoreşa Rojava ji bo me tercûmeyeke. Li Bakurê Kurdistanê jî me ji pergala xwe ya hevserokatiyê tecrûbeyek giring girt. Dê hemû ev êriş di pêşeroja me da têk biçin. Tu hêz nikare li hember vê rastiyê bisekne. Netewdewlet xwestin demek din emrê xwe dirêj bikin, lî hemberî wê netewa demokratîk bi pêşengiya azadiya jinê dê were avakirin.”