Li hember êrîşên dewleta tirk li Helebê meş
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Helebê bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin.
Heleb – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Helebê li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser kobanê meşeke girseyî bi tevlîbûna bi dehan ciwanên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û endamên sazî û dazgehên sivîl lidarxistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn çerxeya Şehîd destine ya dikeve taxa Şêx Meqsûdê despêkir, heya Komîngeha Şehîd Şîlan dewam kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên şehîdên ku di ancama bombebaran dewleta tirk a li ser malên Kobanê de jiyana xwe ji dest danbû hildan.
"Em jinên ciwan soza tolhilstana hevalên xwe didin"
Di dawiya meşê de rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe û bi piştevaniya Natoyê her çar parçeyên Kurdistanê dikin hedef û kiryarên hovane pêk tîne ji qirkirina biyolojîk bigire heya girkirina çand, xweza û dîrokê. Li hember vê sîstema qirker berxwedaniyeke mezin tê meşandin. Dewleta tirk a dagirker herî dawî bi êrîşeke hewayî qetilamek li Kobanê pêk anîn û di encam de pêşengên me Viyan û Nûjiyan û her çar rêhevalên me jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk a faşîst di wê zanebûnê de ye ku yekmîn kesên ku dagirkerkiya wan hilweşan dihilweşîne jin û ciwanin ji ber vê yekê pêşengên me kirin hedef. Weke Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û soza tolhildanê didin."
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bimre îxanetî û şehîd namirin” bi dawî bû.