Li Helepçe merasîma bîranînê

Duh li Helepçe bi merasîmekê şehîdên kîmyabarana Helepçe hatin bîranîn, kesûkarên qurabiniyên Kimyabaran bi wêneyên Şehîdên xwe bejdar bûn.

MIHRÎBAN SELAK KAKAYÎ

Helepçe- 34 sal li ser kîmyabarana Helepçe re derbaz bû, êşa kasukarên qurbaniyan heta niha jî kêm nebûye û hîna ji li benda zarokên xwene carek din vegirin. Sê jinên ciwan ku ji malbata wan gelek kes ji ber kîmyabaranê jiyana xwe ji dest dane û dû birayên wana nexweşin bi wêneyên kesûkarên xwe yên şehîd bejdarî merasîmê bûn.

Ji jinên ciwan ên di merasîmê de amadebû Roşna Heme Salih ku bandora kimyabaranê lê kiriye û nefesa wê teng dibe wiha behsa êşa xwe kir û got: “Ez xwedî çar şehîdanim û bi xwe jî birîndarê kimyabaranê me. Dayik, bav û dû birayê min şehîdin, bi xwe jî birîndarê çekê kimyayîme. Di hefteya borî de hikumetê biryardabû ku min bişîninin Îranê ji bo çareseriyê, lê belê ez neşandin û êşa min zêdetir bûye. Ez birîndarê destê rejima baas im. Çend caran hewildane min bişînin Îranê, heftiya bûrî biryar bû ku hikumet min bişîne Îranê, lê belê hîna jî hikumetê erka pêk ne aniye.”