Li Helebê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê hatin bibîranîn
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Kongreya Star a bajarê Helebê semînerek li dar xist.
Heleb - Bi boneya salvegera bîranîna Sekîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Frensa Parîsê hatin qetilkirin, Kongreya Star a bajarê Helelbê semînerek da. Semîner, li jêrzemîna Yasîn a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Xerbî bi tevlibûna bi dehan şêniyên taxê pêk hat û endamên sazî û dezgehên sivîl jî amade bûn. Semîner ji aliyê rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Zêneb Îbo ve hat birêveberin.
Zêneb bal kişand ser jiyana Sakîne Cansiz û wiha got: “Destpêkê ev komkujiya ku li Fransayê li dijî hevalên me hat kirin, em bi tundî şermezar dikin. Ji bo wê em dibêjin bîranîna wan azadiya hemû jinên cîhanê ye. Dema ku jinek bi dil û can kar bike tu carî teslîmkariyê qebûl nake. Ji ber wê jî her tem rastî çi jî werin berxwedanê ji xwe re dikin esas. Hevala Sakîne jî yek ji wan jinan bû. Hevala Sekîne ji bajarê Dêrsimê yê Bakurî Kurdistanê bû. Ruxmî hemû şert û mercên zehmet ên ku jin bi wan re rûbirû mane jî li bakurî Kurdistanê hevala Sekîne dikaribû xwendina xwe ya hemû astan derbas bike. Di destpêka kar û xebata de wê cihê xwe di Partiya Çapgir de girt. Her wiha hevala Sekîne yek ji jinên ku cihê xwe di Partiya Karkerên Kurdistan de girtibû û ji dema demizrandina wê partiyê de tevli bûbû heta dawiyê jî di nava wê partiyê de xebata xwe domand. Ew heval di her cihî de dikaribû rola xwe bilîze. Tu carî dev ji azadiya jin û civaka xwe berneda û heta kêliya dawî berxwedaniyeke bêhempa da meşandin. Dewletên faşîst her dem jinan hedef digrin ji bo wê jî hevala Sekîne û rêhevalên wan jî di hedefa dewleta tirk û alîgirên wê de bûn. Loma di Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de êrîşê wan kirin. Em şehîdên xwe ji bîr nakin ker diçe berxwedaniya me zêde dibe. Em ê bi kar û xebata xwe tola wan rakin.”
"Dijmin her tim jinên zana hedef digre"
Jina bi navê Sîhem Mistafa ya ku beşdarî semînerê bû jî nêrîna xwe anî ziman û got: “Îro em li vê cihê kom bûne ji bo wan şehîdan bi bîr bînin û em her sal wan bi bîr tînin. Bi keda şehîd Sekîne Cansiz û rêhevalên wê yên ku pê re şehîd bûne em gihîştin vê rojê jin azad bûn mafên xwe di jiyanê de nas kirin û êdî di lêgerîna azadiyê de ne. Ew hevalên pir bi hêz bû em jî heta niha li ser xeta wan in û em tu carî şopa wan bernadin. Dijmin naxweze jinên Kurd bi pêş bikevin her tim wan hedef digre ji ber ku jinên zana û pêşketî naxwezin û wan qebûl nakin. Ji ber ku her jinek zana dema derdikeve bi xwe re jineke din radike ji bo wê ev tişt xeter e ji bo wan.
"Hedefgirtina jinan heta niha bi rêbazên cuda berdewam dike"
Jina bi navê Leman Şêxo jî nêrîna xwe anî ziman û got: “Şehîd ew kes in ku riya me ronî dikin û riya rast didin pêşiya me. Em bi xeta ku em tê de dimeşin serbilind in di vê salvegerê de em soz didin wan ku em ê riya dane pêşiya me qet bernedin. Dewleta tirk û dewletên ku jinan qebûl nakin û daxwaz dikin tim ew koleyên wan bin, her dem jinan hedef digrin heta roja me ya îro berdewam dike me dît çawa Hevrîn Xekef hat hedefgirtin, Zehra û rêhevalên wê. Hedefgirtina jinan heta niha bi rêbazên cuda berdewam dike.”