Li Helebê şahî ji bo salvegera demazrandina Kongra Star
Ji bo salvegera 17’emîn a damazrandina Kongra Star, li bajarê Helebê şehiyek girseyî li darxistin. Jinên di şahiyê de cihê xwe girtin gotin: “Kongra Star ji bo jinan cihê perwerd û zanabûnê ye û hemû jin vexwendin xebatên dibiniya Kongra Star de tên kirin.”
Heleb - Bi boneya salvegera 17’emîn a demazrandina rêxistina Kongra star, li bajarê Helebê şahiyek di bin dirûşmeya “Ji dagirkerî û qirkirinê re na em ê jin û jiyana xwe biparêzin” li darxistin. Şahiya ji aliyê Kongra Star ve hatî organîzekirin li hola Star Layta a ku dikeve taxa Şiqeyêf ya girêdayî Şêx Meqsûd xerbî bi tevîbûna bi sedan jinên taxê endamên Kongra Star, sazî û dezgehên sivîl hatin li darxistin. Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê dest pêkir paşê li ser navê Rêvebriya Kongra Star a bajarê Helebê Emine Xirod axivî.
"Ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye"
Emîne bal kişand ser xebata jinan a di biniya Kongra Star de tê kirin û got: “Ev rojeke dîrokiye ji bo jinan. Beriya 17 salan têkoşîna jinên ku ji bo azadiya xwe bi dest bixe dest pêkirî îro xwe gihandiye gelek deveran û dorhêla xwe fereh kiriye. Jin bi hemû pêkhateyên xwe mil bi mil dest bi xebatê kirin. Em ê jî tekoşîna xwe dewam bikin ta ku em azadiya xwe misoger dikin û axa xwe ya dibin dagirkeriya dewleta Tirk de rizgar bikin.”
Piştî axaftin Koma Şîlan a govendê ya navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê guvendên xwe pêşkêş kirin. Pişê jî koma Şehîd Werşîn a stranan staran gotin.
"Kongra star cihê zanekirina jinê ye"
Koordnesiyona Kongra Star Nehile Xidiro têkildarî xebatên wan got: “Di vê rojê de Kongra Star weke xebata jin xeta jin hat regihandin. Em ê vê riyê dewam bikin ta ku em azadiya jina û civaka xwe misoger bikin. Kongra Star ji bo jinan cihê perwerd û zanabûnê ye, cihê ku hemû jin berê xwe bidinê ji bo ku xwe nas bikin, pêre jî rol û erka xwe di civaka xwe de nas bike û pêk bîne.”
"Em ê fikira xwe bigihînin hemû jinan"
Sîham Bîlal a di şahiyê de amadebû jî bi van gotinan hestên xwe di vê rojê de anî ziman: “Ev roj ji bo me jinan rojeke pir pîroz tê dîtin. Em vê rojê li hemû jinên Rojhilata Navî û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihêştin vê rojê, ne ji kar û xebata ku Rêberê me daye meşandin ba qet me xeyal nedikir ku jin dê bi serbestî ji mal derkeve û biçe kar û dengê wê di civakê de hebe. Ev fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku bi me daye naskirin li tevahî jinan jî bidin nasîn û li cîhanê bi giştî belav bikin. di hema demê de jî erka me ya bîngehîn weke Kongra Star em jina zane bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji bo ku em bigihîn armanca xwe wê xebat û çalakiyên me bi hemû rengî dewam bike. Ji ber ku me soz daye Rênber Apo û şehîdê xwe yên ku di oxira azadiya jinê de canê xwe feda kirine.”
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.