Li Helebê cejna poxînê hat pîrozkirin

Bi boneya cejna poxîn ya Êzîdiyan, Yekîtiya Êzîdiyên bajarê Helebê şahiyek li taxa Şêx Meqsûd li dar xistin.

Heleb - Bi boneya Cejna Poxînê ya Êzîdiyan Yekîtiya Êzîdiyên bajarê Helebê şahiyek di bin dirûşmeya "Di cejna poxînê de hêviya me azadî civaka demoqratîk û vegere" li hola Efrîn a ku dikeve taxa Şiqeyef a  Şêx Meqsûd lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan şêniyên taxê û endamên sazî û dezgehên sivîl her wiha partiyên siyasî û gelê Êzidî amadebûn.
"Hêvî dikim cejna îsal bibe wesîleya azadiya Rêber Apo"
Li ser navê rêveberiya Yekîtiya Êzdiyên Helebê Yeldiz Meko got: “Di serî de em cejna pêxwînê li hemû gelê cîhanê û bi taybet li gelê Êzîdî pîroz û mübarek dikin. Em hêvî dikin ku cejna îsal ya sala 2022 bibe sala azdiya Rêber Apo û rizgarkirina hemû axê me yê dagirkirî her wiha aramî li hemû deverên me pêk were û em di warê xwe de serbestî jiyan bikin. di heman deme de jî dadxweza me yê herî mezin ew e ku em sala din li bajarê xwe bajarê Efrînê bi serfirazî pîroz bikin. 
"Hevgirtina me wê bibe nişana serkeftinê"
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)’ê Eyşe Hiso jî got: “Di şexsê mem Zekî, Ruken û Zeredeşt de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Meha derbasbûyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 121 qehremanan li hember hovîtiya DAIŞ’a ku despêkê rengîniya Şengalê hedef girtî şerkirin û gihan şihadetê. Xwestin fermanê careke din ser serê me zindî bikin, ji bo wê em şehîdên xwe tucarî ji bîr nakin û her dem em ê li ser şopa wan bin ta ku em digihînin armanca xwe. Beriya du rojan jî salvegera Komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû li Şêx Meqsûd warê lehengan me dît çawa daketin qada û bi hebûna wan li qadan banga azadiya Rêberê xwe kirin û xwedî lê derketin.
Hedefgitina Rêber Apo hedefgitina mirovahiyê ye. Gelê me yê vê yeke dizanin daketin qadan û bi hev re bi yek dengî banga azadiya Rêberê xwe kirin û gotin “Kes nikare roja me tarî bike.” Di wê rojê de dostên Rêber Apo û şagirtên wî li tevahî cîhanê li qada bû û ev roj şermezar kirin. Dema em bi hev re kom dibin, êşa xwe par ve dikin û bi hev re dibêjin em ê têkoşîna xwe bilin bikin ji bo ku em welateke azad bi dest bixin.”
 "Ev cejina mirazane"
Raniye Cefer ya tevlî şahiyê bûye li ser rê û resmên cejnê got: “Cejna Xidir İlyas, an go cejna poxînê bê xwîne. Xwarina vê cejnê ji xurekên weke nok, nîsk, garis û mawîjan pêk tê. Her wiha ji vê cejnê re tê gotin ku cejna miraza ne her kes mirazê dilê xwe dibêje. Hêviya me îsal ew e ku em Rêberê xwe azad bikin û hemû axa me were rizgarkirin ji destê çeteyan.”
Koma zarokan û koma ciwanan ya Yekîtiya Êzîdiyê Helebê jî derketin dikê û lavayên olî xwendin.
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.