Li Helebçeyê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin

Li Helepçeyê ji ber nebûna xizmetguzariyê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin. Welatiyan daxwaz kirin ku projeyên xizmetguzariyê li bajêr werin bicihanîn.

Helepçe- Di 14’ê Adarê de li Helebçeyê bi tevlibûna gelek çalakvan û welatiyên bajêr li dijî nebûna xizmetê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin. Xwepêşandan ji xaçeriya Emerê Xawer heta ber deriyê Baxê Giştî domiya. Welatiyên ku beşdarî meşê bûn xwestin rewşa xirab a Helebçeyê biguhere û ji bo vê yekê gavên pêwîst werin avêtin.

Yek ji wan jinên çalakvan ku beşdarî meşe bû Kalî Rênas wiha got: “Daxwazên xelkê Helebçeyê diyar in. 35 sal di ser kîmyabarana Helebçeyê de derbas bû lê belê heta niha dema ku em li Helebçeyê dinêrin, hê jî weke sala 1988’an e. Heta niha tiştek ji bo Helebçeyê nehatiye kirin. Êdî divê projeyan di nava bajar de bi pêş bixin.”

‘Êdî em ji gotinên xweş û derew bawer nakin’

Kalî Rênas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ew nexweşxaneya ku ji bo nexweşên kîmyabaranê hat vekirin û heta niha nexweşên din lê tên dermankirin, ji hemwelatiyan pere digre. Divê ji Helebçeyê re xizmetek baş were kirin. Êdî baweriya me bi gotinên xweş û derew nemaye, em daketine qadan û daxwaza me ew e ku daxwazên me werin bicihanîn.”