Li Helebceyê karker nikarin mafên xwe bi dest bixin
Nebûna sîstema bi rêkûpêk ji bo diyarkirina mûçeyan û dadgeha kar yek ji sedemên sereke yên neheqiyê di jiyana kar de tê dîtin. Rêvebera Perwerde û Fêrbûna Pîşeyî ya Helebçeyê Tara Ebdullah got ku divê dozên kar zû werin çareserkirin.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Her çendî bazara kar mezin dibe û hewcedariya bi kar zêde dibe jî karker hê jî bi pirsgirêkeke bingehîn re rû bi rû dimînin. Mûçeyên kêm dibe sedem ku gelek kesên bi karên rojane dijîn nikaribin bi hêsanî hewcedariyên xwe yên bingehîn bi cih bînin.
Li gorî pisporên aborî, nebûna sîstemeke bi rêkûpêk ji bo diyarkirina mûçeyan, nemaze di bazara kar a ne fermî de, yek ji pirsgirêkên sereke ye. Ji ber vê yekê, gelek karker bêyî parastina qanûnî dixebitin û nikarin mafên xwe bixwazin.
‘Divê karker maf û berpirsiyariyên xwe bizanibin’
Tara Ebdullah diyar kir ku ew hewl didin bi riya saziyên karûbarên civakî û rêveberiyên pîşeyî bicîhanîna qanûnên ewlehiya civakî û çavdêriya mafên karker û kardêran misoger bikin û got ku wekî Rêveberiya Perwerdeya Pîşeyî, ew bi riya komîteyên di nava sînorên xwe de vekolînên berdewam dikin û xebata xwe ya li ser mafên karkeran didomînin.
‘Divê karker maf û berpirsiyariyên xwe bizanibin’
Tara Ebdullah, bal kişand ser girîngiya hişyariya karkeran ji mijarên ewlehiya civakî û got ku mixabin, gelek karker hê jî bi têra xwe hişyar nîn in. Ji ber vê yekê, diyar kir ku ew hewl didin bi riya semîner û atolyeyan û her wiha bi riya rêxistinên civaka sivîl û medyaya dîjîtal hişyariyê zêde bikin. Her wiha tekez kir ku armanca wan ew e karker mafên xwe fêr bibin û hawirdorek xebatê ya bi ewle biafirînin.
‘Piraniya qezayên kar li Helebceyê di qadên çandinî û înşaetê de çêdibin’
Tara Ebdullah bal kişand ser zehmetiyên ku karker bi wan re rû bi rû dimînin û got ku qezayên kar bi taybetî di qadên çandinî û înşaetê de zêde ne û diyar kir ku divê karker haydar bin û giliyên xwe bi riya xetên têkildar ragihînin. Her wiha da zanîn ku gilî dikarin bi riya xeta germ a 5500 an ji rêveberiyên karûbarên civakî werin kirin û serlêdan dikarin bêyî ku navê xwe bidin werin kirin.
Tara Ebdullah destnîşan kir ku li Helebceyê dadgeheke kar tune ye, ji ber vê yekê, dadwerên dadgeha yekem dozên karkeran birêve dibin ku ev yek pirsgirêkek çêdike û dibe sedema derengketina dozan.