Meclîsa Efrîn-Şehbayê: Deriyê me ji herkesê re vekirî ye

Meclîsa Kantona Efrîn-Şehba der barê pêşwazîkirina gelê bajarê Helebê ya ku ji erdhejê zirar dîtine daxuyanî da û got, "Deriyê me ji her kesê re vekirî ye."

Şehba - Erdheha ku duh di seat 04:17’an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6 erdhêj pêkhat, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zirar gihand herêmên Sûriyeyê. Di encama erdhejê de li Kantona Şehbayê 10 kes birîndar bûn, li bajarê Helebê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 43 birîndar bûn. Di heman demê de li Kantona Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin de jî gelek zirarên canî û madî hatin jiyîn ku zêdetirî 200 kes jiyana xwe ji dest dane û hîna jî çarenûsa gelek kesên di bin avahiyên hilweşandî de ne diyar e.

Ji ber ku taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê gelek ziyan hat jiyîn, ji duh ve bi hezaran kes berê xwe didin kantona Şehbayê û di bin çadirên koçberiyê û malên hilweşandî de bi cih dibin. Rêveberiya Xweser a Herêmê deriyê xwe ji gelê Helebê re vekir û pêdîviyên kesên heremê bi cih tîne.

Meclîsa Kantona Efrîn-Şehba der barê bûyera hat jiyîn de li Wargeha Serdem a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê daxuyaniyekî devkî da. Şeniyên heremê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevseroka Meclîsa kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd ve hate dayîn.

Ji ber erdhejiyê gelek zirar hatin jiyîn

Di destpêka daxuyaniyê de ji bo malbetên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfayê hat xwestin û wiha hat gotin: “Di bûyera dawî ya erdhejê de li herêmên Sûriyeyê gelek hilweşîn pêk hatin û gel zirarên mezin dîtin. Di encama erdheja ku hat jiyîn de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Avahiyên ku gel jiyan dikirin, hilweşiyan. Kantona Şehbayê jî yek ji wan herêman ku zirarên canî û madî hatin jiyîn. Di encama erhejan li Şehbayê pêkhat de 10 birîndar hene û malên koçberan hilweşiyan. Li Helebê jî gelê me gelek zirar dîtin û avahî hilweşiyan. Ji ber ve yekê em wek Rêveberiya Xweser me deriya xwe ji gelê Helebê re vekir û gelê xwe li Şehbayê û wargehan bi cih dikin. Beriya demekê li Helebê avahiyek hilweşiya û di encama hilweşîne de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û hêj birîna wan nehatiye ji bîr kirin.”

Divê alîkariya gelê sivîl bê kirin

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew e bi derfetên di destên wan de dê alîkariya gelê xwe bikin û wiha hat gotin: “Gelê ku ji Helebê berê xwe dane Şehbayê em pêşwaziya wan dikin û ruxmî dorpêça ku li ser herêmê tê jiyîn jî, em ê di aliyê peydakirina xwarin, cihên ewle û pêdîviyên jiyanî alîkariya wan bikin. Em ê bi hev du re vê qeyranê derbas bikin. Divê hemû rêxistinên mirovan alîkariya gelê sivîl bikin û pêdîviyên mirovî ji wan re peyda bikin. Em amade ne ku deriya xwe ji her kesekî re vekin û pêdîviyên wan pêk bînin.”