Li gundewarê Eyn Îsa balafirên dewleta tirk sivîlan hedef digre
Naîma El-Mûdehî ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin diyar kir ku tiştên ew û malbata wê jiyaye bi êş in û hûrguliyên bûyerê bi ajansa me re parvekir.
Reqa - Di 17'ê Gulanê li herêma Kartaca ya gundewarên navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nêzî baregeha Rûsyayê dewleta Tirk a dagirker malbateke koçer hedef girt û di encama vê êrîşa hewayî de dayikek û 4 zarokên xwe birîndar bûn.
Naîma El-Mûdehî ya tevî çar zarokên xwe di vê êrişa hewayî de birîndar bû destnîşan kir ku di vê êrişê de çar zarokên wê yê ku herî mezin 12 salî ye birîndar bûnê û got bi êrişên bi vê rengê sûcên mirovahiyê tên pêkanîn.
Kêliyên bombebaranê
Naîma El-Mûdehî ji ajansa me re kêliyên êrîşa dewleta Tirk parve kirin ku dewleta Tirk di vê êrîşê de wê û 4 zarokên wê hedef girtibû ku ew û zarokên xwe birîndar bibûn û kurekî wê jî bi giranî birîndar bû. Naîma El Mûdenî wiha got: " Em li gundê Kartacayê di konê xwe de rûniştî bûn. Me dengê teqînan bihîst û ji kon ber bi derve em reviyan û dema em direviyan guleyeke din li min û zarokên min ket. Piştî ku ev gule li me ket û em birîndar bûn xelkên herêmê bi me ve hatin û me ber bi gundê Til El-Simin ya Reqayê ve birin û piştre me bi ambulansê birin Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê "
Di bombebaranê de dayîk û 4 zarokên xwe birîndar bûn
Kesên ku di encama bombebrana dewleta tirk a li ser malbata Neîma El-Mezahî bi dest xistina wiha ne: Ketela Elî El-Hemûd 6 salî ye, Menhal 9 salî ye, Azra 10 salî ye, ev her sê zarok bi sivikî birîndar bûn, lê Hayel yê 12'e salî bi girî birîndar bûye û ji du emeliyatên hatiye derbaskirin.
Naîma El-Mûdehî ya hêrsa xwe ya li hemberî van êrişan tîne ser ziman wiha dipirse: "Çi sûcê me ye ku em bi vî rengê hovane hatin bombebarankirin? Me çi sûc kiriye? Kêmek mabû me jiyana xwe ji dest daba."
Dewleta Tirk bi bêdengiya Rusyayê bombebarana xwe didomîne
Hêjayî gotinê ye ku malbata Neîma El-Mudehî li nêzî baregeha Rûsî ku weke garantorê agirbesta li herêmê tê dîtin, hate hedefgirtin. Di heman demê de jî dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya Rusya de bombebarana xwe ya bê serûber li ser herêmên sînor didomîne û derbarê van sûcên hovane de garantor û rêxistinên mafên mirovan tu daxuyanî û helwestan nîşan nadin.