Li gundên xeta agir a Til Temirê semînerên 8’ê Adarê
Komîteyên Kongreya Star a navçeya Til Temirê li gundewarên xeta agir a bi dewleta tirk a dagirker re semînerên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi jinan re parve dike û berxwedaniya wan a ku zêdetirî 2 salan e didome wekî sekna gelê berxwedêr û şoreşger dibîne pîroz kir.
Hesekê- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, Rêxistina Kongreya Star ji 23'ê Sibatê de rêzeçalakiyên xwe yên derbarê 8'ê Adarê de, bi rêya daxuyaniyekê li Herêma Cizîrê eşkere kir. Bi heman mebestê, Kongreya Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi dayina semîneran kiriye. Semîner îsal herî zêde wê li gundan werin dayin, da ku hîn bêtir jinên gundan ji rastî, berxwedanî û cejna xwe agahdar bin û bikaribin bi rengekî pir baş têbighêjin 8'ê Adarê çi ye û divê ku berxwedaniya wan çawa be. Komîteya Aboriya Jinê, Komîteya Perwerdê yên Kongreya Star ku derketin gundên xeta agir bi dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê re û li wan gundan wekî Xiwêtila û Bab El-Xêr ku dikevin ser rêya Til Temir-Zirgan, bi amadebûna hejmarek ji jinan semîner hatin dayin.
Di semînera ku li gundê Xiwêtila de Endama Komîteya Aboriya Jinê Zehra Mihemed cejna jinan ji niha de pîroz kir û wiha axivî: "Her roj ji bo me 8'ê Adarê ye, ne tenê taybet 8 Adarê cejna jinê ye, lê belê her gav, berxwedanî û destana ku jin dinivisîne ew bi xwe cejneke. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îdiyolojiya jinê di Roja Jinan a Cîhanê de diyarî hemû jinên cîhanê dike ku jin hîn bêtir bikaribe di wî alî de xwe kûr bike, nas bike, xwedî li xwe û mafê xwe derkeve û heman wextê de jî bikaribin şoreşa ku biparêzin."
"Adetên civakî û Rêjîma Sûrî rê nedidan ku jin roja xwe pîroz bike"
Der barê semînerên ku li gundên xeta agir li dar dixin Zehra Mihemed wiha got:"Derbarê Roja Jinan a Cîhanê, me wekî Kongreya Star dest bi rêzesemînerên xwe yên li gundan kiriye her wiha em 8'ê Adarê pênase, wate û girîngiya wê di roja me ya îro de û bêtir berxwedaniya jinan vedibêjin. Jinan dizanîbûn ku 8'ê Adarê cejna jinê ye, lê berferhiya wê û dîroka vê rojê nedizanîn, ji ber wê piştî ku me semîner da û gelek tişt parve kirin, têghiştinek çêbû. Berê jî jinan ev roj pîroz nedikir, tenê dibihsîtin ku 8'ê Adarê roja jinê ye lê li gorî ku dihate xwestin pîroz nedikirin. Ji ber adetên civakî yên berê, rê nedidan ku jin mafê xwe bistîne ango sînorên asoyên wê berfireh bibin, her wekî çûkekê wê di hundirê qefesê de dihiştin. Ya herî zêde jî Rêjîma Sûrî a ku herêm serwer kiribû, wê bi xwe nedihişt ku jin zane bibin. Di vir de hem adetên civakî û hem jî rêjîma heyî zincîrên li dora jinê teng dikirin, taybet jî jinên Ereb. Lê ruxmî vê yekê jî jin bi îsrar bû ku xwe li dora rastiya xwe bigerîne û gavên ber bi azadiyê û rêxistinê xwe ve biavêje."
"Pirsnîşanên di mejiyê jinê de, niha bêyî tirsa ji çarenûseke winda tîne ser ziman"
Zehra Mihemed got ku wekî jinên Ereb wan merheleya hewldayinê derbas kiriye êdî ew biryarên xwe bi xwe didin û wiha anî ziman: "Wekî jinên Ereb di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, merheleya hewldayinê derbas kiriye û êdî em bi îradeya xwe gavên ber bi pêşerojeke azad û demokratîk de diavêjin. Di heman wextê de jî asoyên hizirîna me jî berfirehtir bû. Jin êdî bi rihetekî dikare ew pirsnîşanên di mejiyê xwe de bipirse û bîne ser ziman, bêyî ku tirseke wê hebe ku bêje; gelo ger min ev pirsî wê çarenûsa min çi be?."
"Sekna jinên di xeta agir de cihê serbilindayî û rûmetê ye"
Zehra Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bi rastî, min hêz û îlhamek ji jinên ku di xeta agir de tevî hemû zor û zehmetî, topbaran û bi girêdana xwe ya bi axê re dijîn, girt. Sekna jinan di xeta agir de bi xwe serbilindayiyeke û em sekna wan a birûmet pîroz dibînin û divê ku her kes li gorî girêdana xwe ya bi ax, dîrok û nasnameya xwe ve tevbigere."