Li gundê Hesewîk ê Şengalê şahiya 8’ê Adarê
Li gundê Hesewîk ê Şengalê jinên Ereb bi cil û bergên xwe yên gelerî 8’ê Adarê pîroz kirin.
Şengal – Ji serê meha Adarê ve li Şengalê amadekariya 8’ê Adarê destpêkirine û her deverên Şengalê bi afişên renga reng hatiye xemilandin. Îro jî li gundê Hesewîkê yê li ser sînora Şengal û Rojavayê Kurdistanê ku piranî pekhateyên Ereb lê dijîn jinê Ereb bi coşekî mezin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. Bi sedan jinên Ereb û Êzidî bi cil û bergên xwe yên renîg û resen qada şahiyê xemilandin. Şahî bi axaftina Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Mehra Şengal despê kir.
Mehra Şengal 8’ê Adarê li hemû jin pîroz kir û got: “Riya azadiya jinê bi yekîtiyê misoger dibe. Ji ber wê jî ewê yekgirtina jinan beriya her tiştî bigirin û li ser wê xebatê xwe mezin bikin.”
Hacer Helbûsî ya ji pêkhateya Ereb jî roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û da zanîn ku jin bi hev re bihêzin.
Şehî bi gerandina govand dawî bû.