Li gundê Bilêxşê 9 kes hatin girtin: Biryar di bin zextê de hat dayîn

Parêzer Dorşîn Şikgenç, diyar kir ku binçavkirina 9 welatiyên ji Gundê Bilêxşê yê Kercewsê ti bingeheke hiqûqî nîne û diyar kir ku ev biryar di bin zextan de hatiye dayîn, malbatan jî diyar kirin ku welatî bi kîsên dermanan ketine girtîgehê.

MEDÎNE MAMEDOĞLU

Êlih- Piştî operasyona di 22’ê Hezîranê de li Gundê Bilêxşê yê navçeya Kercews ya Êlihê hatibû destpêkirin, 14 kesên di 6’ê Tîrmehê de li Gundê Bilêxşê û Navçeya Bayindirlik a navenda Êlihê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi kontrola edlî hatinbûn berdan. Li ser îtîraza dozgeriyê ji 11 welatiyên gundê Bilêxşê ku di 13'ê Tîrmehê de ji bo îfadedayînê sewqî midûriyeta polîsan hatibûn kirin 9 kes bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin girtîgehê. Temenê 9 kesan ku 3 jê jin jî di navbera 50 û 70 salî de ye, hat diyarkirin ku kesên hatine girtin bi gelek nexweşiyên kronîk in û bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Navê welatiyên ku hatine girtin

Welatiyên ku hatin berdan û  dîsa hatin girtin wiha ne: Emîne Kaya (54), Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59), Yusuf Bolek (68), Zubeyîr Şîmşek (41) û Keya Murat Gelîr. Abdulmecîd Gîtmez û Yuksel Gîtmez bi kontrola şertê edlî serbest hatin berdan.

Biryarek bê huquq hat dayîn

Hat hînbûn ku her sê kesên hatine girtin bi hevjînê xwer ve hatine girtin û hinek kesên ku bi hatine girtin nexweşiyên kronîk bi wan re heye her wiha hat diyarkirin ku nexweş bi kîsê dermanan çûne girtigehê. Parêzerên dosyaya dozê û xizmên girtiyan ên ku me der barê mijarê de bi wan re axivîn bal kişandin ser bêhiqûqiya bûyerê û diyar kirin ku biryara girtinê bêyî delîlên di dosyeyê de hatiye dayîn. Parêzeran destnîşan kirin ku biryara girtinê di encama zextan de de hatiye girtin.

‘Bi kîsên destên xwe ketin girtigehê’

Diyadîn ên ku dayik û bavê wî hatiye girtin diyar kir ku nexweşiyên pir cîdî bi bavê wî re heye û destnîşan kir ku bavê wî bi kîsên dermanan çûye girtîgehê. Diyadîn Bolek di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bavê wî hem ji çavên xwe û meda xwe nexweş e û diyar kir ku bavê wî bi tena serê xwe nikare rabe û rûnê.

Diyadîn Bolek der barê bê huququya ku hat jiyîn wiha anî ser ziman: “Ji 9 kesên 5 ji wan bi qutiyên dermanan hatin. Tu sucan qebûl nekirin, tu sucê wan nîne. Dema hatin girtin morê wan baş bû. Dayik û bavê min gotin ku ‘serê me bilind e pêwîst be em ê di girtigehê de jî bimînin’. Ev bêedaletiyek pir mezin e.  Bavê min mêrek kal e, tu delîlek ku wan bide girtin nîne. Hemû kal û pîr in nikarin pêşiya xwe bibînin. Wan têxin zîndanê jî titek nakeve destê wan. Di dosyayê wan de tenê daxuyaniyek kopî û pêvek heye. Mirov bi mantiqî li dosyayê mêze dike, dê bibîne ku sûc tune ye. Hemû ddosya eynê ye tenê nav cûda ne. Dema di ser malên me de girtin li ger derê geriyan. Îro hatine di dosyayê de wan detayan dan.  Tiştê ku îro hat kirin tu mantiqek wê nîne. Bi navê hiqûqê tiştek nîne. Divê navên hatine girtin demildest bên berdan.”

'Muwekîlê min dema ku nikarîbû rabe hat girtin'

Ji parêzerên dosyaya ku me xwe gîhandiye Dorşîn Şikgenç der barê dozê de ev nirxandin kir: “Ji bilî îfadeyan tiştekî din nîne. Li ser van îfadeyan girtinek heye. Di dosyayê de tu delîlên girtinê tune. Îqameya wan a sabît heye û tevî şertê kontrola edlî hatin girtin. Ev mirovên kal û pîr in ku bi awayê xwe li gund dijîn. Di dosyayê de ji bilî îfadeyên ku hatine gotin tiştekî din nîne. Em difikirin ku biryara ku hatiye dayîn ne hiqûqî ye, biryarek di bin zextê de ye. Operasyon tê kirin û ji bo vala dernekevin ev biryara girtinê hatiye girtin. Muwekîlê min ê girtî Yusuf Bolek nikare hereket bike, ji serî heta binî emeliyat bûye û nikare li ber xwe bide. Nexweşiya Yusuf Bolek giran e û Emîne Kaya ya ku dîsa hat girtin jî ji sedî 70 seqetiya wê heye. Nexweşiyên giran ên Sare Kaya jî hene. Hemû kesên hatine girtin nexweşiyên wan ên kronîk hene. Ev kes bi tena serê xwe nikarin ti pêdiviyên xwe li girtîgehê bi cih bînin.”

Biryar dê bê îtîrazkirin

Dorşîn Şikgenç anî ziman ku ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin û ji bo daxwaza şertê kontrolê bikin serî li dadgehê bidin.