Bêkariyê ciwanan li Iraqê de gihaye ji sedî 32

Li gor anketa Nûnera Rêxistina navdewletî ya kar, ragihandî li Iraqê nêzî 13 milyon jin di temenê karkirinê de ne, lê tenê nêzî yek milyon jin kar dikin û rêjeya karkirina ciwanan jî gihaye ji sedî 32.

Navenda Nuçeyan- Nûnera Rêxistina Navdewletî ya Kar Meha Qitaî, encama anketek ya sala 2021’an ya derbarê tevlibûna jinan di kar de eşkere kir û got: “Li Iraqê nêzî 13 milyon jin di temenê karkirinê de ne, lê tenê nêzî yek milyon jin dixebitin. Li gorî encamên anketê di nava mêran de rêjeya bêkariyê gihiştiye 14.7 û di nava jinan de jî gihiştiye 28.2 Rêjeya jinên ku kar dikin ji sedî 70’yê wan di kerta hikûmî de dixebitin. Rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de zêde bûye û gihiştiye ji sedî 32.