Li girtîgehên Îranê rewş xerabtir dibe

Piştî xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribûn, girtîgeh tijî bûn û piştî girtina xwepêşanderan ji aliyê rejîmê ve, rewşa girtîgehê xirabtir bû.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku rejîma Îranê di heyama du mehên borî de bi deh hezaran welatiyên Îranî û Rojhilatî binçav kirine û girtine. Ji ber ku girtîgeh tijî dibin, pêkanîn û şert û mercên girtiyan roj bi roj xerabtir dibin. Hat diyarkirin ku pêdiviyên tenduristiyê yên gelek girtiyên li Mehabadê nayên dabînkirin û li girtîgehê jî pêdiviyên xwarinê ji girtiyan re nayê dayîn.

Rewşa tendûristî ya Parîsa Sohrabî giran e

Hate hînbûn ku daxwaza berdana aktîvîsta Parîsa Sohrabî ya ku zêdeyî 40 roj berê hatibû girtin jî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê hat redkirin. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Parîsa Sohrabî ya ku hîna li Girtîgeha Tebrîzê tê girtin, giran e. Her wiha hate gotin ku Parîsa Sohrabî herî dawî hatiye berdan û piştre bê hincet hatiye girtin, ji aliyê malbat û parêzerên wê ve bi raya giştî re hat parvekirin ku di mejiyê wê de tumor heye û divê di bin çavdêriya tenduristiyê de bê hiştin.

'Bila şert û mercên dermankirinê bê pêkanîn'

Hate diyarkirin ku tevî ku raporên tenduristiyê yên aktîvîst Parîsa Sohrabî ji aliyê parêzerên wê ve radestî saziyên pêwendîdar hatine kirin û rûxmê şert û mercên berdana wê ya bi kefalet hene jî, ev yek pêk nehatiye. Malbat û parêzerên Parîsa Sohrabî daxwaza peydakirina şert û mercên dermankirinê dikin.