Hat îdiakirin ku Mîna Yaqubî dû caran hewla xwekuştinê daye

Mîna Yaqubî di dema xwepêşandanên vê dawîyê de li Îranê hate girtin. Hat îdiakirin ku ew di girtîgehê de dû caran hewla xwekuştinê daye.

Navenda Nûçeyan - Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ruxmî hemû êrîş û zextên hêzên rejîma îranê berdewam dike. Di van serhildanan de bi dehan kes hatin qetilikirin û ji deh hezaran zêdetir kes hatin hatin girtin û di girtigehê de mirinên bi guman tê jiyîn ku ev yek ji hêla rejîma Îranê ve bi navên cûda van kuştinan tê veşartin.

Mîna Yaqûbî yek ji wan jinan e ku di dema serhildanên vê dawî yên gelê Îranê li dijî Rejîma Îranê hatî girtin. Li gor agahiyên ajansa navxweyî ya Îranê hat îdiakirin ku Mîna Yaqubî ji ber pirsgirêkên derûnî û hestiyarên wê yên berê du caran hewl daye dawî li jiayan xwe bîne.

Mîna Yaqubî ya bi hêceta ku "heqaret li Şehîdên Gulzarî Arak kiriye" hatibû girtin, bi biryara dadeghê bi şertê kontrola edlî heta dadgeha dawî hate berdan.

Gelek kesên ku di xwepêşandanên vê dawiyê de hatin binçavkirin, di girtîgehan de bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji wan girtiyan piştî berdanê bi dû rojan dawî li jiyana xwe anîn, çend kes ji wan zarok bûn û temenê wan di bin 18 salî de bûn.