Li girtîgehên Îranê greva birçîbûnê û zextên dadweriyê
Li girtîgehên Îranê zextên li hember girtiyan zêde dibe. Her wiha her ku diçe rewşa girtiyên jin jî xirabtir dibe. Ruxmê ewqasî zext, û sepandinên tên meşandin girtî ji bo mafê xwe yê heq di nava têkoşînê de ne.
Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya zextên ewlehî û dadwerî yên li ser çalakvanên sivîl û welatiyên rexnegir de, Marziye (Golşan) Fethî bi wergirtina agahdariyek fermî ji bo Dozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Navçeya Tehranê ya 33’an a li Girtîgeha Evînê hatiye gazîkirin. Her wiha Kajal Rehmanî, yek ji malbatên qurbaniyên herêma Kurdistanê, li girtîgeha Jinan a Sine yê di roja 8’emîn de a greva birçîbûnê de ye. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe li ser tenduristiya girtiyan, şert û mercên ku ew tê de tê girtin anîn ziman. Her wiha li dijî karanîna gazîkirinên dubare, vekirina dozên qanûnî û sepandina sînorkirinên ewlehiyê li dijî çalakvanên sivîl hişyarî dan.
Li gorî agahiyên ku di 13’ê Hezîranê de hatine dayîn de, ji Marziye Fethî hatiye xwestin ku di nav pênc rojan de piştî agahdarkirinê amade bibe da ku parastina xwe li Şaxa Duyem a Lêkolînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Navçeya Tehranê ya 33’an da ku parastina xwe pêşkêş bike.
Ev şaxa ku di nav dozgeriya li girtîgeha Evînê de dixebite; saziyek ku di salên borî de dozên gelek çalakvanên sivîl û siyasî, rojnamevan, xwendekar û çalakvanên mafên mirovan birêve biriye.
Lê belê, nivîsa agahdariyê behsa sûcdarî an tawanên ku ji vê çalakvana sivîl re hatine kirin nake; mijarek ku ji hêla parêzer û çalakvanên mafên mirovan ve wekî binpêkirina mafê parastinê û agahdariya dozê ya bersûc tê rexnekirin e.
Lêgerîna malê û desteserkirina tiştên kesane
Di Gulana îsal de mala Marziye Fethî ji hêla hêzên ewlehiyê ve bu hedefa lêgerînê.
Li gorî raporên hatine weşandin, di vê çalakiyê de, efserên ewlehiyê li mala wê geriyan û hejmarek ji cîhazên wê yên elektronîk ên kesane, di nav de telefona dest û leptopek, desteser kirin û ew birin.
Di salên dawî der desteserkirina cîhazên elektronîkî di dozên têkildarî çalakvanên sivîl û civakî de bûye pratîkek hevpar a ajansên ewlehiyê. Çalakiyek ku bi gelemperî bi armanca gihîştina agahdariya kesane, ragihandin û çalakiyên virtual ên kesan tê kirin.
Zextên ewlehiyê û gazîkirina dadweriyê
Marziye Fathî berê ji ber çalakiyên xwe yên sivîl û civakî bi hevdîtinên dadwerî û ewlehiyê re rû bi rû mabû û dîrokek wê ya gazîkirin û dozên vekirina wan heye.
Bangkirina çalakvana sivîl a nûkirî di demekê de tê ku di mehên dawî de gelek rapor li ser zêdebûna zextê li ser çalakvanên sivîl, çalakvanên civakî, rojnamevan, xwendekar û parêzvanên mafên mirovan hatine weşandin.
Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî li dijî karanîna gazîkirinên dubare, vekirina dozên qanûnî û sepandina sînorkirinên ewlehiyê li dijî çalakvanên sivîl hişyarî dane û van tedbîran wekî beşek ji pêvajoya sînordarkirina çalakiyên sivîl û azadiya derbirînê li Îranê nirxandine.
Kejal Rehmanî 8 roj in di greva birçîbûnê de ye
Kejal Rehmanî, ku di 6’ê Hezîrana 2026’an de, li gel hevjîn û birayê xwe, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve hate girtin, niha li girtîgeha Jinan a Sineyê ye, wekî Navenda Çaksazkirin û Perwerdehiyê tê zanîn, di greva birçîbûnê de ye.
Li gorî raporên hatine weşandin, ji bo protestokirina girtina xwe û endamên din ên malbatê di greva birçîbûnê de ye û berdewam dike. Di girtîgehan de greva birçîbûnê ya demdirêj dikare bibe sedema encamên cidî li ser rewşa tenduristiya girtiyan û ev yek fikarên li ser rewşa fîzîkî ya Kejal Rehmanî jî zêdetir kiriye.
Hevdîtina yekem piştî girtinê
Malbata Kejal Rehmanî piştî erêkirina dozgerê Kamyaranê 15’ê Hezîrana 2021’an karîbû bi wê re hevdîtinê bike.
Ji dema girtina wê ve ev yekem hevdîtina malbatê ye ku pê re têkirin. Li gorî çavkaniyan malbatê piştî vê hevdîtinê fikarên xwe yên li ser rewşa wê ya fîzîkî anîne ziman û bandorên çend rojên greva birçîbûnê wekî eşkere bi nav kirine.
Greva birçîbûnê rêbaza dawî ya xwepêşandanê li girtîgehan
Di salên dawî de, gelek girtiyên siyasî, sivîl û wijdanî li Îranê grevên birçîbûnê wekî yek ji rêbazên xwe yên dawî yên xwepêşandanê bikar tînin da ku li dijî şert û mercên girtina xwe, pêvajoya dadwerî an zextên ku têne kirin protesto bikin.
Berdewamiya greva birçîbûnê ya Kejal Rehmanî di roja 8’emîn de, di demekê de ku malbata wê fikarên xwe li ser rewşa wê ya fîzîkî anîne ziman, careke din bal kişandiye ser rewşa girtiyan û malbatên wan ên ku li Îranê li edaletê digerin.
Parêzvanên mafên mirovan hişyarî didin ku berdewamiya vê rewşê bêyî lênihêrîna bijîşkî ya guncaw û baldariya li ser daxwazên yasayî yên girtiyan dikare tenduristî û jiyana wan bixe xetereyê de.