Li girtîgehan çalakiya li dijî lêgerîna tazî

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, jinan li hemberî lêgerîna tazî ya li ser wan tê ferzkirin piştî hevdîtina vekirî pêlavên xwe derxistin û heya cihê qoxuşê bi çepikan meşiyan.

Navenda Nûçeyan – Li Girtîgeha Jinan a Amedê pêkutiyên li ser girtiyên jin her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyan li hemberî lêgerîna tazî ya di çûyîn û hatina hevdîtina vekirî de li ser wan tê ferzkirin, roja 13’ê Nîsanê piştî hevdîtina vekirî pêlavên xwe derxistin û bi çepikan heya cihê qoxuşên xwe meşiyan. 

Li gorî nûçeya ku di ETHA’yê de cih digre, girtiyên jin ên pêkutiyên ku li ser wan tên kirin di dema hevdîtina vekirî de ji malbatên xwe re gotine, destnîşan dikin ku rêveberiya girtîgehê ji bo tengaviyan ava bike di nav nêzîkatiyên kêfî de ye û lêgerînên ji derveyî rûtînan ferz dike. Xizmên girtiyan gotin ku girtiyên jin destnîşan kirine wê rêveberiya îdarî ji pirsgirêkên derkevin berpirsiyar be û bang li raya giştî kirine.  

Li ser gotinên wan, xizmên girtiyan xwestin midûrê girtîgehê bibînin lê daxwazên wan nehatin qebûlkirin. Malbatên ku ji dozgeriya girtîgerê re rewşê vegotin daxwaz kirin ku bi lezgînî dest ji vê rewşa kêfî berdin. Dozger jî ferzkirinên li ser girtiyan parast û çalakiya girtiyên jin jî weke ‘şov’ pênase kir.