Li girtîgehan bûyerên jehrê zêde dibin

Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê bi jehrê ketine.

Enqere - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê tên girtin, ragihandin ku hefteya borî ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Girtî Bager Sayak ê tiştên qewimîn bi riya telefonê ji biraziyê xwe Ahmet Sayak re gotin, diyar kir ku piştî taştê gelek girtî bi jehrê ketine û ew rakirine beşa lezgîn. Bager Sayak, bi lêv kir ku heman rewş li girtîgehên din ên di nava kampusê de jî pêk hatiye.

Herî kêm 850 girtî bi jehrê ketin

Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Vekirî ya Sîncanê tên ragirtin jî ragihandin ku herî kêm 850 girtî bi jehrê ketine. Di rojên derbas bûyî de li girtîgehên Sîlîvrî, Kirklarelî, Amed û Pinarhîsarê jî bi heman awayî girtî bi jehrê ketibûn.