Li Girtîgeha Qerçekê mirinên bi guman
Li Girtîgeha Qerçekê ya li Varamina Îranê girtiyek din a bi navê Sudabeh Asadî, ku pirsgirêkên wê yên tendirustî hebû bi guman jiyana xwe ji dest da.

Varamin – Li Girtîgeha Qerçekê mirinên bi guman ên girtiyên jin zêde dibin. Girtiya bi navê Sudabeh Asadî ku bi sûcên darayî li Girtîgeha Qerçekê ya li Varaminê dihat girtin û nexweşiyên wê jî hebûn roja 15’ê Îlonê ji ber nebûna lênêrîna bijîşkî jiyana xwe ji dest da. Rayedarên dadwerî û girtîgehê heta niha li hember mirina Sudabeh bêdeng mane.
Li gorî raporên ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, mirina wê rasterast bi xizmetên bijîşkî yên nebaş û derengmayînên veguhestina wê bo navendên bijîşkî ve girêdayî ye.
Sudabeh Asadi beriya Cemîla Azizî û Somayeh Rashidi miriye, lê mirina wê tenê vê paşê hat eşkerekirin. Wêneyek Sudabeh hîn nehatiye weşandin.
Girtîgeha Qerçekê ya li Varaminê di salên dawî de bûye sembolek eşkere ya binpêkirinên mafên girtiyên jin. Hêjayî bibîr xistinê ye ku Somaye Raşidî ku piştî ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qerçekê hate sewqkirin, ji ber bêxemiya rayedarên girtîgehê ya têkildarî rewşa wê ya tenduristiyê, di 25’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû.