Li girtîgeha navendî ya Tebrîzê jinek hat darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) diyar kir ku sê girtî, yek ji wan jin bû, li Zindana Navendî ya Tebrîzê hatin darvekirin.
Navend Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) raporek weşandin, tê de ragihand ku li girtîgeha navendî ya Tebrîzê 3’ê girtî ku jinek jî di nav de hebû hatin darvekirin. Rêxistinê diyar kir ku jina bi navê Henîfe Avandî bi tewnan kûştina zilamê ku pê re zewicîbû, hat darvekirin.
3'ê kes jinek jî di nav de hatin darvekirin
Her wiha IHRNGO’ê Nasnameyên kesên ku hatine darvekirin jî parvekirin. Nav wiha ne, Henîfe Avandî, Ekber Molayî (38) û Jawad Abedî (41) saliye. Rêxistinê diyar kir ku Hanîfe Avandî ji ber ‘kuştina bi zanebûn’ cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, lê Ekber Molayî û Jawad Abedî ji ber ‘bi tewanên ku ew madeyên hişbir bi kartînin’ caza lê hatin birîn.
‘Henîfe bi pirsgirêkên pskolojîk re rûbirû ma’
Ji aliyekî din ve, hate îdiakirin ku Henîfe Avandî di 17 saliya xwe de ji ber zexta malbata xwe bi zilamekî bi navê Emîrreza re bi zorê hatiye zewicandin û piştî pênc salan wê ew kuştiye. Hat zanîn ku Henîfe Avandî di dema girtina xwe de pirsgirêkên psîkolojîk re rûbirû maye û di bin çavdêriya bijîşkî de maye. Li gorî rapora IHRNGO, bijîşkê Henîfe Avandî, Davarî, di raporên xwe yên tenduristiyê de diyar kir ku Henîfe divê ji girtîgehê derkeve û cezayê darvekirinê were betalkirin.
Zêdebûna Darvekirinên Jinan li Îranê
IHRNGO ragihand Îran, welatê ku herî zêde di cîhanê de jin lê tê darvekirin. Di sala 2025’an de herî kêm 48 jin hatin darvekirin.