Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li 33 girtiyan cezayê hucre hat birîn

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li 33 girtiyan ji ber nivîsên wan û daxwaznameyên ku dane, cezayê hucreyê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, di 26'ê Çileya 2024'an de di bin navê lêgerînê de bi ser 2 qawîşên jinan de hat girtin. Dest danîn ser tiştên girtiyan û cezayê hucreyê li wan birîn.

Li gorî nûçeya di ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê de; di lêgerînê de nivîs û daxwaznameyên girtiyan hatin desteserkirin. Îdareya girtîgehê îdia kir ku amûr li qada hevpar in û ji ber vê li 33 jinên girtî bi îdiaya ‘xebatên perwerdeya rêxistinê kirine yan jî didin kirin’ di navbera 11-13 rajan cezayê hucreyê li girtiyan birî.

Ceza bi giştî hat dayîn

Girtiyan diyar kirin ku ew amûrên wan in û ji bo vê daxwazname dan lê îdareyê îdia kir ku hinek amûr ên hemû girtiyan in û xwest ceza bi giştî bê birîn. Li ser vê yekê 4’emîn Dadgeriya Bakirkoyê ji her girtiyek jin re bi îdiaya ‘xebatên perwerdeya rêxistinê kirine yan jî didin kirin’ di navbera 11-13 rojan de cezayê hucreyê erê kir.

Jin li hemberî vê biryarê rabûn û ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a  yekemîn a Bakirkoyê dan. Lê belê dadgeha cezayê giran jî cezayê hatibû birîn erê kir.