Li Geverê dorpêça leşkerî

Dorpêça leşkeran ya li ser mezra û gundên Geverê didome. Hat zanîn ku leşker deriyên malan dişikînin û darên fêkiyan yên welatiyan dibirin.

Navenda Nûçeyan- Leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Geverê di 3’yê adarê de li gelek gund û mezrayên girêdayî bajarokê Bajêrge ya Gevera Colemêrgê operasyona dabûn destpêkirin, berdewam dike.

Li gora nuçeya ku ajansa Mezopotamya (MA); Operasyon, li gundên Şîşemzîn, Xurekan a Seyîda, Xurekan a Temo û qada Astenga Reş ên girêdayî Bajêrgeyê hatibû destpêkirin û gundên Dirbêsan û Dotkanê jî li qada operasyonê hatin zêdekirin. Gundê Qesranê ji hêla bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û leşkerên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê dihatin sekinandin jî li herêmê hatin veguhestin. Operasyona leşkerî ku li Qesran û 6 gundên din tê domandin, xelkê herêmê mexdûr dike. 

Ev 7 sale ‘herêma ewlekariya taybet e’

Gundê Qesranê ev 7 sal in weke ‘Herêma ewlekariya taybet’ hatiye ragihandin. Li gorî agahiyên ji gund hatine girtin; leşker bi wesayîtên zirxî li pêşiya malan disekinin. Hat ragihandin ku leşkeran li qadên Mêvan Ava, Dola Gota û Çiyayê Kotolê fotokapan bi cih kirine. Operasyona li gundê Qesranê hatiye destpêkirin, li gorî rêzê li gundên Şahê, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal, Êlê û li gelek mezrayan hate berfirehkirin.

Dêr veguheriyan kulubeya nobetê!

Gundê Êlê, di 17’ê adarê de weke ‘Herêma ewlekariyê ya taybet’ hate ragihandin û li gund tenê 4 malbat dijîn. Hat ragihandin ku leşkeran derî û pencereyên malan şikandine û lêgerîn kirine. Her wiha li gundên Êlê, Pagenk û Kawle Gund jî leşkeran operasyon berfirehtir kirine û li dora gundên navborî wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkeran li mêrgên gundên navborî kon vegirtine. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkeran dêra ermenan a li gundê Êlê veguherandine klûbeya nobetê.

Leşkeran dar şewitandin

Li aliyek din, hat ragihandin ku leşkeran li gundên Kawle Gund, Pagenk û Êlê darên welatiyan ên gûz û sêvan birîn û şewitandin. Hat zanîn ku dema leşkeran dar dibirîn û deriyên malan dişikandin, welatiyekî hewil da van kêliyan bi telefona xwe bikişîne lê leşkeran telefona wî jê standin.