Li Germiyanê jinekê ji ber sedemên nayê zanîn dawî li jiyana xwe anî

Şeva bûrî li bajaroka Kelar a Germiyan jinek ciwan a temen 18 salî bi guman dawî li jiyana xwe anî û heta niha sedemê vê buyerê nayê zanîn.

Naveda Nuçeyan- Duh êvarê cenazeyê jina ciwan Ajîn Mehemed Salih a 18 salî ku xwendevana pola 12’an ya Amadeyî ye li taxa Bingrdî ya bajaroka Kelar a girêdayî Germiyanê bi guman xeniqî hat dîtin.

Berdevgê Polîsên Germiyanê Elî Cemal Qedrî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Êvara pêncşemê li taxa Bingerdin ya qezaya Kelar jinek ciwan ya bi navê A.M.S ku di sala 2004’an de ji dayîk bûye û di pola 12 ya dibîstana Amadeyî li mala xwe de xwe hilawist û jiyana xwe ji dest da.”

Piştî buyerê cenazeyê jina ciwan rakirina nexweşxanye bajaroka Kelarê. Paşê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn hat despêkirin.