Li Germiyanê jinek ciwan xwe şewitand
Li bajarokê Kelarê jineke ciwan xwe şewitand, ji ber ku tevahiya bedena wê şewitîbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- 6’ê Îlonê li taxa Cotyaran a bajarokê Kelar a girêdayî Germiyanê jinek ciwan a 22 salî agir berda bedena xwe, di heman şevê de li nexweşxaneya şewatê ya Silmaniyê ji ber rêjeya zêdeya ya ji sedî 100 jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê rêveberiya nexweşxaneya beşa lezgîn a Şehîd Hejar diyar kir ku navê wê Sakar Casim e 22 salî û zewiciye, nêzî sê mehan e pirsgirêkên wan hebûne, ji ber wê çûbû mala bavê xwe û li wê derê xwe şewitandiye.
Di nava sê rojên borî de li Başûrê Kurdistanê bûyera duyemîn a şewat û xwe xwekuştina jinan e. Di 6’ê Îlonê de jineke ciwan a bi navê Ş.F.Î ya 31 salî li Xaneqînê ji ber şewata ku nayê zanîn çawa çêbûye jiyana xwe ji dest dabû.