Li Germiyanê êrîşên dewleta Tirk a li Kelarê hat şermezarkirin

Welatiyên Germiyanê bi merasimek girseyî êrişên dewleta tirk a li ser Germiyanê şermezar kirin.

Germiyan- Li ber nexweşxaneya Tipa Edlî ya Germiyan ji bo 4 kesên duh di êrişa bi balafira bê mirov a bi çek ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dam merasîmek girseyî pêk hat. Gelek welatiyên Germiyan û ên ji Rojavayê Kurdistanê û endamên Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn.

Beriya merasîm destpê bike deqeyek rêz hate girtin. Di merasîmê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û kesên bejdarî merasîmê bûn dan diyarkirin ku Germiyan xaka bi hezaran şehîdan e û gotin: “Em ê rê nedin dewleta tirk destê xwe dirêjî xaka me bike.”

“Cihê îxanetê li Germiyanê nîne”

Li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê endama Tevgera Azadî Cuma Kerîm axivî û got: “Ev hevalên me welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ne. Hatibûn serdana xizmên xwe. Mixabin bi agahiyên sîxûr û MÎT’a dewleta Tirk havalên me Şehîd bûn û  ev karasat pêk hat. Em li vêderê dibêjin cihê îxanetê li Germiyanê nîne, divê em êdî qebul nekin û divê xelkê Germiyan bibe yek û helwesta xwe ya li hemberî xeta xiyanetê nîşan bide.”

“Germiyan herêma lehengane”

Di merasîmê de Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmanî Evîn Swêd axivî û got: “Germiyan herêma lehengî, berxwedan ye. Li vê derê bi hezaran şehîd hatiye dayin, lê mixabin welatiyên Rojavayê Kurdistanê li vir rûbirûyî êrişên wiha dibin. Ferhad Şiblî yek ji damezîrenên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di vê êrişê de şehîd bû. Heval Ferhad hevalek dilsoz bû û heta gihîşte şehadetê bi fedekarî kar û xebat kir. Dijmin dixwest bi riya van êrîşan, Kurdên welatparêz û berxwedêr tune bike, lê wê tu caran Kurd bi komkujî û enfalê tune nebe. Em soza berdewamkirina rêya şehîdan didin û heta dawiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Di merasîmê de gelek kesayet kes axivîn û dan diyarkirin ku divê hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derbikeve, rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigrin û bila bêdeng nemînin.